HRW`ê banga hesabpirsînê ji pêkanînerên sûcên şer li Xezayê kir

HRW`ê der barê şerê li Xezayê û sûcên ku aliyên şer; Hemas û hêzên Îsraîlê kirine, raporek derxist û banga hesabpirsînê ji pêkanînerên sûcên şer kir.

HRW`ê banga hesabpirsînê ji pêkanînerên sûcên şer li Xezayê kir
17 tîrmeh 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) der barê şerê li Xezayê de raporek weşand. Rapor weke xebata navneteweyî ya herî kûr a têkildarî êrîşa 7’ê Cotmehê, tê nirxandin. Lêkolîn, li gorî hiqûqa navneteweyî gelek sûcan bi hûrgiliyan datîne holê.

Alîkara Dîrektoriya HRW’ê Belkis Wille civîneke çapemeniyê lidar xist û got: “Ne pêkan e ku em têkildarî hejmara bûyeran, hejmareke teqez diyar bikin. Diyar e ku wê rojê bi sedan bûyer hebûn.”

Li gorî raporê, di van sûcên şer de “êrîşî sivîlan û tiştên sivîlan hatiye kirin, girtî bi zanebûn hatin kuştin, muameleya zalimane û dermirovî, tundiya li ser esasê zayendî, parçekirin û dizîna cenazeyan, weke mertaleke zindî bikar anîn û çalakiyên talan û wêranê jî” cih digirin.

Li gorî raporê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan her wiha tespît kiriye ku “sivîl bi rengekî bi plan hatine kuştin û dîlgirtin” û “sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin”.

Di rapora HRW’ê de tê diyarkirin ku herî kêm 815 sivîl hatine kuştin.

Her wiha ji 251 kesên ku roja 7’ê Cotmehê hatine revandin, 116 kes hîna li Xezeyê tên girtin û artêşa Îsraîlê ragihand ku ji vane 42 kes mirine.

Îsraîlê piştî êrîşa 7’ê Cotmehê, şerekî hilweşîner da destpêkirin û di vî şerî de bi deh hezaran fîlîstînî hatin kuştin, kirîzeke mirovî ya giran çêbû. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê nêzî 39 hezar kes mirin. Gelek dewlet û aktorên siyasî û sivîl, Îsraîlê bi pêkanîna qirkirinê sûcdar dikin.

(şx)