Salvgera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Helebê hat pîrozkirin

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşma "Bi rihê 19’ê Tîrmehê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin" ppîroz kir.

20 tîrmeh 2024   00:32
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir. Pîrozahî bi herêma Cebanat a li taxa Şêxmeqsûdê bi dirûşma "Bi rihê 19’ê Tîrmehê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin" hat lidarxistin. 

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo û hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivîn.

Fehîma Hemo anî ziman ku şoreşa berî 12’ê salan destpê kir xwe dispêre fikrê neteweya demokratîk ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Fehîma Hemo destnîşan kir ku şoreş bi pêşengiya jinan dest pê kir, ku qada leşkerî di serî de di tevahî qadan de cihê xwe digirin. Fehîma got: "Dem hatiye ku fikrên kevinperest ên dewlet-netewe û kapîtalîst ên ku civakan tehdîd dike ji holê bê rakirin. Divê ezmûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya xwe dispêre têgehên parastina mafên jinan Tîrmehê ji bo sererastkirina civakan esas bê girtin."

Hêvîn Silêman jî di axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tacîdar bû.

Piştre komên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jînan stran û govendên foklor pêşkêş kirin. Koma Agirî, Koma Stêrkên Efrîn, Koma Fajîn û hejmareke hunermend hunerên xwe pêşkêş kirin. Şervanên YPJ’ê jî hunerên şerê nîşan dan.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(bb)

ANHA