Bi hezaran li Kobanê salvegera şoreşê bi coş pîroz kir

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrhemê pîroz kir  û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

20 tîrmeh 2024   00:37
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz kir. Şêniyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bilindkirina posterên Rêber Abdullah Ocalan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

JI ERDÊ ŞOREŞÊ SILAV JI ÎMRALIYÊ RE’

Di pîrozbahiyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl û Ferhan Îsa axivîn.

Mizgîn got: "Divê rojê de me dîrok ji gelên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîvisand. Di vê rojê de me bidawîbûna zilm û zordestiya li ser gelê me ragihand. Ji vir ji Kobanê me dest bi şoreşa mirovahiyê, şoreşa yekitiya gelan a li hemberî zilm û despotiyê ragihand."

Ferhand Hec Îsa jî salvegera şoreşê li şehîdên azadiyê pîroz kir û got"Ji erdê şoreşê em silavê xwe ji qubleya evîdndarên azadiyê (Îmraliyê) re dişînin. Di vê rojê de em soza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo nû dikin."

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman bal kişand ser sîstemên ku Sûriyeyê bi rêve dibirin û got: "Di dirêjahiya dîroka Sûriyeyê de modela yek desthilkatdar û yek pergal serwer bû, îradeya civakî hatibû paşguhkirin. Tevahî hêzên ku bi destpêka 2011’an re destwerdan li Sûriyeyê kirin ji bo planên xwe tev digeriyan  dixwestin desthilat tenê were guhertin. Di vî rojên zehmet de em tevahî şehîdên azadî û rûmetê û gaziyên şer ên ku oxira serketina şoreşê de parçeyek ji laşê xwee dane bi bîr tînin."

Piştre Koma Şehîd Barîn Kobanê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan stran gotin.

`ŞOREŞA ROJAVA BERDEWAMIYA BERXWEDANA GIRTÎGEH Û TÊKOŞÎNA GERÎLA YA

Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş axivî û got: "Gelê me yê li ser fikrê fîlozof Rêber Abdullah Ocalan şiyar bû, îro beşdarbûna bi hezaran ji şahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re isbat dike ku em hîna li ser sozê xwe ne û di riya xwe ya pîroz de berdewam dikin. Şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana girtîgehan a Amedê ye û ev berxwedanî heyanî çiyayên Kurdistanê dirêj dike. Gerêlayên leheng li çiyayên Kurdistanê bi berxwedaniya xwe destanan dinivisînin û li meydanên şer derbeyên giran li dijmin dixin. Divê ev berxwedaniya Gerîla bi rizgarkirina herêmên dagirkerî tacîdar bibe, şoreşa me biserbikeve û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe."

Di berdewamiya şahiyê de helbestvanê Kurd Ferhad Merdê helbesta bi navê `Ez Kobanê bernadim, Edûla Rojava Kobanê ye` xwend û coşeke mezin da şahiyê.

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber aRêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî  pergala îşkenceyê ya girtîgeha Îmralî wekî  êrîşa li ser Şoreşa Rojava pênase kir û got: "Çawa Rêber Abdullah Ocalan bi tena xwe li girtîgeha Îmralî têdikoşe îro gelê me jî li qadên Rojava li ser fikir û ramanên Rêber APO tê dikoşe."

Koçer di berdewamiya axaftinên xwe de got: "Tevî êrişên dijber jî şoreşa me li gorî sîstem û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Kesên xayîn ku xwe welatparêz û azadîxwaz didîtin niha li ku dere ne? Şoreşgerên heqîqî şopdarên rêya Rêber Abdullah Ocalan in."

Piştî axaftina Hesen Koçer hunermendê Kurd Niyaz Sîdo û hunermenda ji pêkhateya Ereb Qemer Ferîc stran bi zimanê erebî û kurdî gotin.

Her wiha Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeo Şoreşa Rojava 19`ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir. Ji bo li ser asta Herêmê û tevahiya Sûriyê bighîjin serkeftinên mezin hêviyên xwe anîn ziman. Ebdî di axaftina xwe de anî ziman ku ew amade ne di çarçevê çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahiya herêmê bi hemû aliyan re diyalogê bikin.

Di dawiya şahiyê de koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner stran gotin û govend hat gerandin.

ANHA