Gaziyên şer: Parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê parastina nirxên mirovatiyê ye

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir “Parastin û pêşxistina Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê wateya pêşxistin û parastina hemû nirxên mirovatiyê.”

Gaziyên şer: Parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê parastina nirxên mirovatiyê ye
19 tîrmeh 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê de wiha tê gotin:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya çirûska wê ya yekemîn li Kobanê hat pêxistin, di serî de li Rêber Apo, li hemû şervanên azadiyê, gaziyên şer, jinan û gelên me pîroz be. Di şexsê hevrê Xebat Dêrik, hevrê Silava de em tevahî şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li ser esasê fikir û paradîgmaya Rêber Apo bi pêş ket û ji bo gelên bindest ên li deverên cuda yên cîhanê dimînin bûye hêviya azadiyê, tevî hemû êrişan bi îdia û biryardariyeke mezin pêşketina xwe didomîne.

Ev şoreşa hemû nirxên mirovatiyê di nava xwe de dihewîne, li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a ji pirsgirêkan re dibe çareserî, ji bo paşverûtiya cîhanê û diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêran bûye tirseke mezin. Vê şoreşê nîşanî her kesî daye ku li hemberî sîstema netewedewletê ya gelan û baweriyan tune dihesibîne, mirov dikarin bi awayekî azad û wekhev pêk ve bijîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser xeta neteweya demokratîk hatine cem hev, jiyaneke azad û rêveberiyeke demokratîk ava kiriye.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di heman demê de şoreşa jinan e, bi tarzê xwe yê berxwedanê, şêwazê xwe yê birêxistinbûn û rêvebirinê, ji qada eskerî bigire heya siyasî, aborî, civakî, perwerde û hwd, li dijî sîstema hegemonîk bûye alternatîfeke nû.

Bi pêşengiya jin û ciwanan li hemberî êrişên komên çete yên wekî DAIŞ’ê, hêzên qirker, mêtinkar û dagirker berxwedaneke di cîhanê de mînakên wê kêm tên dîtin, hat pêşxistin. Vê berxwedanê ku li cîhanê deng veda, ji Ewropayê heya Asyayê ji gelek parzemîn û welatan bi sedan jin û xort hatine, tev li şoreşê bûne, bi lehengî şer kirine, gihaştine şehadetê û birîndar bûne.

Parastin û pêşxistina Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê wateya pêşxistin û parastina hemû nirxên mirovatiyê. Bi vê wesîleyê di serî de gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gaziyên me yên şer û malbatên me yên şehîdan ên di vê oxirê de berdêlên mezin dane, em silav dikin.

Di vê çarçoveyê de em careke din salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin. Wek gaziyên şer em soza xwe ya xeyal û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin, dubare dikin. Wek Rêber Apo ji bo gaziyan diyar kiriye em ê ji bo parastina şoreşê û nirxên wê rola xwe ya pêşengiyê bê navber, bi coş û baweriyeke mezin bidomînin.”