Netanyahu "Operasyoneke leşkerî" li dijî Hûsiyan lêkolîn dike

Piştî êrişa Hûsiyan a li dijî Til Avîvê, çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu "Operasyonek leşkerî" li dijî Yemenê lêkolîn dike.

Netanyahu "Operasyoneke leşkerî" li dijî Hûsiyan lêkolîn dike
19 tîrmeh 2024   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma "Ensarullah Hûsî" vê sibehê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê bi balafireke bêmirov êriş Til Evîvê kiriye. Desthilata Îsraîlê jî ragihand ku di êrişê de kesek hatiye kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Rojnameya Yedioth Ahronoth a îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu têkildarî êrişa Hûsiyan a li ser Til Evîvê bi rayedarên saziyên ewlehiyê re şêwirî.

Li gorî heman rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên îsraîlî, Netanyahu li dijî êrişê "operasyoneke leşkerî" li dijî Yemenê xiste rojevê. Rayedaran got, "li djiî êrişa bi balafira bê mirova a Hûsiyan a li dijî bajarê Til Evîvê wê bersiveke erênî hebe."

(bb)