`Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemberî zilm û desthilatdariyê dest pê kir`
Beşdarên şahiya li Hesekê de anîn ziman ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemberî zilm û desthilatdariyê dest pê kir.
Bi hezaran şêniyên bajarê Heseke, Hol, Dirbesiyê û Til Temir salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li parka 4`ê Nîsanê ya bajarê Hesekê pîroz kir.
Endamên rêxistinên jinan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên partiyên siyasî, rûspiyên êlan û Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyekê rêzgirtine dest pê kir. Piştî wê Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û wiha got: "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşê dest pê kir da ku dawî li zilm û desthilatdariyê bîne. Piştre Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşket û ji hemû gelên Sûriyeyê re bû şoreşeke civakî ya demokratîk û niha li gorî feraseta neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan dixebitê."
Hebîb di berdewamiya axaftinên xwe de got: " Keç û xortên herêmê li ser bingehê feraseta xwişk û biratiya gelan tevlî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn û dest bi rizgarkirin û xebatên avakirinê kirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku dendika QSD`ê ne ava kirin."
Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma El Elî deskeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Bi saya şehîd û ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Rojava serkeftinên mezin qezenc kir. Yek ji van serkeftinan projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û bi rêya vê projeyê wê yekitiya gelan çêbibe. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan soz didin ku heyanî Rêber Apo azad bibe û bighîjin hedefên xwe rêça şehîdan berdewam bikin."
Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed jî di berdewamiya şahiyê de axivî û got: "Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir ev bûye 12 sal ku têkoşîn didome. Em li ber xwe didin. Heyanî ku em biserbikevin û bighîjin azadî û wekheviyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Berxwedana bi ruhê xwişk û biratiya gelan tê kirin wê tucarî têk neçe. Çiqasî êrişî felsefe û xaka me bikin em ê li ber xwe bidin û bi îradeyeke xurt tê bikoşin heyanî ku bighîjin serkeftinê û ji bo em deskeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin berpirsyartiyeke mezin ji me tê xwestin."
Piştî axavtin bi dawî bûn komên awaz û şano daketin ser dike û berhemên xwe pêşkêş kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANHA