Kongra Star: Divê jin mîrasa şoreşa jinan biparêzin

Kongra Star soz da ku mîras û destkeftiyên şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêze û ji bo wê dê têkoşînê mezin bike. Her wiha bang li jinan kir ku tev li parastina şoreşê bibin û heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin.

Kongra Star: Divê jin mîrasa şoreşa jinan biparêzin
19 tîrmeh 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de şehîdên şoreşê mîna Arîn Mîrkan, Rîvan, Avesta Xabûr, Barîn, Aylan, Rîhat Çawîş, Yusra Derwîş, Zehra Berkel, dayîka Eqîde, Hind û Sada, Hêlîn Lêgerîn, Sorxwîn Rohat, Jiyan Tolhildan, Sewsen Bîrhat, Zeyneb Seroxan û şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn û soz hate dayîn ku li ser şopa wan mîrasa jinan bê parastin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan pêşengiya şoreşê kir, tev li karker, mamoste û hunermendan roleke bingehîn lîst, ji ber wê şoreşa 19`ê Tîrmehê veguherî şoreşa hişmendiyê û guhertin di hişmendiyê de çêkir.

Her wiha hate destnîşankirin ku guhertin berdewam e û êdî şoreş bû şoreşeke siyasî, çandî û civakî û tevahî pêkhateyên civakê hemêz kir û gelê herêmê bi pêşengiya jinan serî hilda.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku li gorî felsefeya şerê gel ê şoreşgerî, herêm bê parastin û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û bang li jinan hate kirin ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan dakevin qadan.

(şx)

ANHA