Ji pîrozbahiya li Qamişloyê peyama domandina têkoşînê
Di pîrozahiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê de peyama "Heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke demokratîk têkoşîn" hat dayîn.
Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, şêx û rûspiyên Kurd û Ereb jî di nav de bi hezaran kesî salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê pîroz kir. Şahî bi dirûşma "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkerî û terorê têk bibin û Sûriyeke demokratîk û nenavnedî ava bikin " hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM, Rêveberiya Xweser, QSD, YPJ û YPG’ê hatin daliqandin û pankarên bi dirûşma şoreşê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatin vekirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho û Telet Yûnis axivîn.
Viviyan Beho a bi zimanê suryanî axivî, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gelan û ya jinan e, şoreşa parastina nasnameya gelan û têkbirina pergalên serdest e."
Telet Yûnis jî di axaftina xwe tevahî şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr anîn û salvegera şoreşê li malbatên şehîdan, gaziyên şer û têkoşerên azadiyê pîroz kir.
Yûnis di dewama axfatina xwe de got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hêmanên azadî, demokrasî, edalet û jiyana hevbeş dest pê kir. Li ser van hêmanan jiyana hevbeş ava bû û ji bo pêkanîna armancên hevbeş têkoşîn hat meşandin. Di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin û destkeftî hatin bidestxistin."
Yûnis diyar kir ku gelên herêmê têkoşîna li gorî xeta sêyemîn hilbijartin û wiha got: "Yanî li dijî pergalên serdest me xwe spart hêz û îradeya xwe ya xweser. Me xwe nespart tu hêzî. Têkoşîna me li dijî êrişên dagirkerî û çeteyan dewam dike."
Telet Yûnis destnîşan kir ku dê gavan ber bi pêkanîna armancên şoreşê û hêviyan gelan ve bidomînin. Her wiha bang li tevahî hêzên demokrat ên nîştimanî yên sûriyeyî kir ku ji bo avakirina sûriyeke demokratîk a nenavnedî diyalogên navxweyî pêk bînin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê jî di pîrozbahiyê de axivî got, tifaq û yekitiya gelan wê serketina şoreşê, jiyaneke azad û bi rûmet mîsoger bike.
Ubeyd Etê soza şopandina xeta şehîdan da.
Di pîrozbahiyê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo anî ziman ku şoreşa gelan û şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ji her demê bêtir bihêztir bûye û wiha domand: "Şoreşa me ji tevahî cîhanê re bûye îlham. Wekî jinên Kurd, EReb, Suryan, Ermen û tevahî pêkhate em soz didin şehîdên xwe ku em ê li qadên têkoşînê bin ta azadiyê ji bo tevahî gelan pêk bînin û dagirkeriyê têk bibin."
Piştre endamê Nîvîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo axivî û got: "Wekî QSD û tevahî hêzên ewlehiyê em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin heta herêmên dagirkirî rizgar bikin û ewlehî mîsoger bikin."
Piştî axaftinan bernameya hunerî dest pê kir. Koma Atra a govendên asurî jî hunerên xwe pêşkêş kir. Koma Tolhildan a mûzîkê, hunermend Botan, Koma Serdem a mûzîkî, Koma Botan a mûzîkî û hunermend Tariq El Hisên daketin ser dikê stran gotin. Li ber stranan jî girese govend gerandin.
(bb)
ANHA