Gelê Efrîn-Şehba: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajarê Fafînê yê kantona Efrîn-Şehbayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.

19 tîrmeh 2024   22:49
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê  salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19' ê Tîrmehê em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin”, pîroz kir.

Şahî li bajarokê Fafînê hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo axivî û wiha got: "Divê hêza gel li hember dijmin derkeve da ku gel bikaribe li ber xwe bide û planên wî têk bibe. Bi rihê şehîdên 14'ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê em têkoşîn bikin. Pêwîst e berxwedana me xurtir be da ku em herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Her wiha li ser navê  Meclisa TEV-DEM’ê ya Kantona Efrîn- Şehba Silemen Cefer behsa destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek destkeftî wek peydakirina aramiyê û birêxistinkirina civakê mîsoger kir. Em ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê berxwedana xwe mezintir bikin."

Piştî axaftinan hunermend Henan Sîdo, Emîne Zenkê, Koma Şehîd Avesta û hunermend Fatmê Agirî stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendan gerandin.

(zş/bb)

ANHA