Sewqiyatên nû yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê sewqiyatên nû ku ji bi dehan panzer û kamyonan pêk tên, derbasî navçeya Şêladizê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê.

Sewqiyatên nû yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê
19 tîrmeh 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê dîmenên sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker ya ji bo Başûrê Kurdistanê, parve kirin. 

Li gorî ajansê duh bi şev dewleta Tirk bi dehan wesayîtên zirxî, kamyonên barhilgir û leşker şandiye Şêladizê.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek dabû û bang li gel kiribû ku li hember hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re bibin yek.

(şx)