Hêzên Rizgariya Efrînê: 2 leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin
HRE’yê da zanîn ku di 16’ê Tîrmehê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistine û di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk û 5 çete hatine kuştin, 3 leşker û çeteyek jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê diyar ku êrişên artêşa Tirk û çeteyan bi awayekî plankirî dewam dikin û li hember êrişan jî çalakiyên wan nasekin.
Li gorî daxuyaniyê di 16’ê Tîrmehê de li xeta Babê HRE’yê 2 çalakiyên taybet li dijî artêşa Tirk kirine û di encamê 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Her wiha li xeta Babê çalakiyeke serdegirtinê li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk hatiye û di encama vê çalakiyê de jî 5 çeteyên dagirker hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye. Di vê çalakiyê de çekeke AK-47, rextek, telefonek, 2 narincok, 5 jarjorên AK-47 û gelek fîşek hatine desteserkirin.