Rêveberiya Xweser 19`ê Tîrmehê li gelê herêmê pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê herêmê û pêkhateyên wê pîroz kir û diyar kir ku gelê herêmê dê bi yekitiyê û bi rêya şoreşa xwe ya azad Sûriyeya demokratîk ava bike, herêmên dagirkirî rizgar bike.

Rêveberiya Xweser 19`ê Tîrmehê li gelê herêmê pîroz kir
19 tîrmeh 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê herêmê, şehîdên şoreşê hate pîrozkirin û soz hate dayîn ku li ser şopa şehîdan hêviyên wan bînin cih.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê herêmê bi yekitiyê û bi rêya şoreşa xwe ya azad dê Sûriyeya demokratîk ava bike, herêmên dagirkirî rizgar bike û vegereke birûmet ji koçberan re peyda bike, dê terorê tune bike û projeya xwe bi ser bixe, nasnameyê ji tevahî pêkhateyan re misoger bike û siberojeke geş li gorî giyanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ava bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hate kirin ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî, bi gel re hevgirtî bin.

(şx)