Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me

Malbatên şehîdan û gerîla destnîşan kir ku di encama nokeriya PDK`ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker de zarokên wan şehîd dibin û diyar kir ku HPG Başûrê Kurdistanê jî diparêze.

Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me
Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me
Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me
Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me
Malbatên şehîdan û gerîla: PDK dibe sedema şehîdxistina zarokên me
20 tîrmeh 2024   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hêzên Parastina Gel (HPG) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. PDK rasterast hevkariya dewleta Tirk dike û rê li pêşiya wê vedike ji bo ku bajarên Başûrê Kurdistanê dagir bike û di encamê de gelek dever li parêzgeha Dihokê dagir kirin.

Malbatên şehîdan û şervanên HPG`ê berxwedana ku zarokên wan li hember êrişên dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê nîşan didin, silav kir.

Birayê gerîla Ciwan (Xelîl Reşîko) ku sala 1991`an tev li HPG`ê bûye Muhyedîn Ebdullah Reşîko got: "Welatê me li ber dilê me biha ye. Ji ber wê di oxira wî de em fedakariyan dikin."

Reşîko destnîşan kir ku gerîla Kurdistanê diparêzin û ji bo ku gelê Kurd ji zulmê û sitemkariyê rizgar bikin, şerê dagirkeriyê dikin û wiha domand: "Mafê me yê xwezayî ye ku em bi rûmet bijîn."

Reşîko ev li gotinên xwe zêde kir: "Rast e Mesûd Barzanî Kurd e, lê belê ji kurdayetiya rast û resen dûr e. Wî destê xwe kiriye destê dijmin, li pêşiya hêzên me kamînan datîne, tivinga xwe li dijî gelê xwe radike. Ne wijdan û nejî ol vê qebûl nake." 

Reşîko anî ziman ku di encama hevkariya PDK`ê li gel dewleta Tirk a dagirker de, zarok û birayên wan şehîd dibin û got: "Bila Barzanî bizane ku em dev ji hêzên xwe bernadin. Ew ê teqez ji dest bidin."

Dayîka şehîd Viyan (Henîfe Seyd Elî) ku dawiya 1993`yan tev li HPG`ê bûbû û sala 1999`an şehîd bûye û şervana HPG`ê Silîvan (Asya Elî) ku sala 1995`an tev li hêzê bûye, Zelûx Ehmed jî got: "Dewleta Tirk a dagirker ji berê ve hewl dide gelê Kurd tune bike."

Zelûx diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim bi bin dikeve û ruxmî ku çekên pêşketî bi kar tîne û PDK`ê hevkariya wê dike jî lê belê bi ser nakeve û wiha pê de çû: "PDK`ê şerê zarokên me dike. Em bi guman in gelo ew partiyeke kurdî ye lê na. Yan jî ji exlaq û nirxên resen ên kurdewariyê dûrketiye. Bi saya berxwedana gerîla ya ku axa Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk diparêze, PDK`ê li ser desthilatê maye."

Zelûx di dawiyê de wiha anî ziman: "PDK`ê çi dike bila bike, em dev ji gerîla bernadin. Ew dil, rih û giyanê me ne. Ji bo parastina welêt, her kes biçûk û mezin çek rakiriye. Va ye PDK`ê jî Kurdistanê difroşe!"

(şx)

ANHA