Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê ragihand ku dest bi avakirina stasyoneke ava vexwarinê kiriye ku avê ji 30 hezar kesî re peyda dike.

Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
Li Tebqayê stasyoneke avê tê çêkirin
17 tîrmeh 2024   07:35
TEBQA

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê û Yekîneya Avê ya Mensûreyê ya kantonê, dest bi avakirina stasyoneke ava vexwarinê kiriye. Yekitî armanc dike avê ji gundên Hinêdî re peyda bike û barê li ser stasyona Ibadê sivik bike.

Li gorî hevserokê Yekîneya Avê ya Mensûrayê Ehmed El Nihar stasyon dê avê bide 30 hezar şêniyên li gundên Hinêdî yên Mensûrayê re ku nêzî 5 hezar mal li wan gundan hene.

El Nihar bi bîr xist ku xebatên amadekirina stasyona derve û stûnên hilmijan berdewam in.

Li gorî plansaziya projeyê, di stasyonê de 2 hilmij dê werin bicihkirin. Her wiha dê torên avê bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre werin danîn.

El Nehar destnîşan kir ku bi rêya projeyê dê avê bigihînin gelek malan ên ku ava stasyona Ibad nagihêje wan.

Yekîneya Avê ya Mensûrayê meha Gulanê av gihand gundê Aliya yê li başûrê bajêr ku nêzî 10 hezar nifus lê heye. Her wiha li kantona Tebqayê 31 stasyonên ava vexwarinê hene ku li ser kanalên avdanê û çemê Firatê ne.

(şx)

ANHA