Silêman Ehmed 269 roj e girtî ye
Ev 269 roj e PDK`ê girtina edîtorê ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed didomîne.
Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 269 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî 7 mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel wî bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 269 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.