YPG: Şoreşa me bandora xwe li qadeke berfireh dike

YPG’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de diyar kir “Ev şoreş bû hêviya azadiyê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn. Şoreşa me îro li ser qadeke berfireh bandorê dike.”

YPG: Şoreşa me bandora xwe li qadeke berfireh dike
19 tîrmeh 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîsk da.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha tê gotin:

“Bi navê Fermandariya Giştî ya YPG'ê, em bi kêfxweşî û serbilindî salvegera 12'emîn a Şoreşa Rojava li gelê xwe, li malbatên şehîdên xwe û li hemû cîhanê pîroz dikin. Ev roj, 19'ê Tîrmehê, ne tenê nîşana xwebûn û berxwedana gelê me ye, lê destpêka qonaxeke nû ye di dîroka Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn de ye.

Em bi rêzdarî wan hemû şehîdên ku di rêya parastina vê şoreşê de canê xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Berxwedana wan li hember DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên dijber, ne tenê bû sedema rizgariya gelan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, lê bandoreke mezin li ser ewlehiya cîhanê jî kir. Qehremaniya wan bû sedema têkbirina hêzên tarî yên ku li ser mirovahiyê gef in.

Şoreşa Rojava, ku di 19’ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir, îspat kir ku li hember îradeya gelekî berxwedêr tu hêzek çekdar û paşverû nikare bisekine. Ev şoreş bû hêviya azadiyê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelan li Rojhilata Navîn. Şoreşa me îro li ser qadeke berfireh bandor dike. Ji avakirina civakeke wekhev û dadmend li Sûriyê bigire, heta guhertina paradîgmaya siyasî li Rojhilata Navîn, û heta pêşxistina modelên nû yên demokrasiyê li cîhanê. Vê tevgerê rê li ber modeleke nû ya rêveberiyê vekir ku li ser prensîbên demokrasiya rasterast, wekheviya zayendî û ekolojiyê hatiye avakirin. Di nav kaoseke herêmî de, Rojava bû mînakeke zindî ya hevjiyana aştiyane ya gelan û çandên cuda. Yek ji destkeftiyên herî girîng ên vê şoreşê, avakirina civakeke pirçandî û pirzimanî ye ku tê de Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî û hemû pêkhateyên din bi hev re dijîn. Di heman demê de, pêşketina jinê di civak û siyasetê de, ku yek ji stûnên sereke yên şoreşa me ye, bûye çavkaniya îlhamê ji bo tevahiya herêmê. Jinên Rojava, bi serkeftinên xwe yên di qada şer de û di avakirina civakê de, paradigmayên kevneşopî yên li ser rola jinê guhertin û bûn pêşengên guhertinên civakî li seranserê Rojhilata Navîn.

Me îspat kir ku li Rojhilata Navîn, cihê ku gelek caran bi nakokî û pevçûnên etnîk tê nasîn, hevjiyana aştiyane ne tenê mimkun e, lê dikare bibe bingeha civakeke xurt û pêşketî. Herwiha şoreşa me îspat kir ku li hember hemû êrişên hundir û derve, îradeya berxwedanê a gelan dikare bi ser bikeve. Ji sala 2012an ve têkçûna komên çete wek El Nusra, DAIŞ; ji sala 2016an ve têkçûna êrişên dewleta Tirk a dagirker îspata vê yekê ye. Îradeya bi hev re jiyana pêkhateyan û hêza parastina vê, ew êriş hemû pûç kirin.

Bila ev roj bibe nîşana berdewamkirina têkoşîna me ji bo aştî, wekhevî û dadmendiyê li herêma me û li seranserê cîhanê. Em bang li hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk ên cîhanê dikin ku piştgiriya xwe ji bo vê tecrûbeya bêhempa bidomînin. Şoreşa Rojava ne tenê ya Kurdan e, lê belê ya hemû mirovahiyê ye ku li azadî, wekhevî û dadmendiyê digerin.

Bi vê boneyê, em carek din hemû şehîdên xwe yên nemir ên ku di oxira avakirin û parastina vê şoreşê de şehîd bûn, bi minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê bi armanca pêkanîna xeyalên wan, vê meşa pîroz bidomînin; ji bo parastina gelê xwe û şoreşa xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.”