Pêşbirka hespbeziyê li dar ket
Komeleya Hespên Resen bi boneya salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Pêşbirka Hespan a Şehîd Asya li dar xist. Di dawiya pêşbirkê de siwarên serkeftî hatin xelatkirin.
Komeleya Hespên Resen a kantona Cizîrê bi boneya salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Pêşbirga Hespan a Şehîd Asya li gundê Gir Hok ê Çilaxayê li dar xist.
Şehîd Viyan Enter (Asya Remadan) sala 2014`an tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûbû û 30`yê Tebaxa 2016`an di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li gundê Yaşlî yê Minbicê şehîd bûbû.
Gelek kesayet, rûspiyên kantona Cizîrê, Dêrazor, Reqayê, hêzên leşkerî, endamên saziyên sivîl, endamên komeleyê û bi dehan şênî tev li mîhrîcanê bûn.
10 siwar bi 110 hespan ji bo hezar metre, hezar û 200 metre, hezar û 400 metre û hezar û 600 metreyî û li gorî temen û giraniya hespan, ketin pêşbaziyê.
Di dawiya pêşbirkê de siwarê yekemîn bi milyonek lîre, yê duyemîn bi 700 hezar lîre û yê sêyemîn jî bi 500 hezar lîreyî hatin xelatkirin. Her wiha amadekarên pêşbirkê jî hatin xelatkirin.
Endamê komîteya amadekar a pêşbirkê û endamê Komeleya Hespan a Kantona Cizîrê Heysem Hesen got: "Her sal pêşbirkên wiha li dar dikevin û ji bo parastina çanda herêmê û xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyan de xwedî girîngiyeke mezin in."
(şx)
ANHA