Li Tebqayê salvegera şoreşê hat pîrozkirin
Şêniyên kantona Tebqayê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir.
Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi dirûşma "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Rêveberiya Xweser xurt bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz bikin.
Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê li avahiya Meclisa Werzîşê ya li taxa Salis (Sêyemîn) a li bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên jin û ciwanan, şervanên meclisên leşkerî yên kantonê û hêzên ewlehiyê jî di nav de bi sedan şêniyên kantonê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî. El Omer şehîdên şoreşê bi bîr anîn û salvegera şoreşê li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha domand: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo sererastkirin rêgeha şoreşa Sûriyeyê ya ku ji ber destwerdanên derve û hêzên navneteweyî ji xeta xwe derketibû, hat ragihandin. "
Di berdewamiya şahiyê de bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Serokê Buroya Erka Xweparastinê Heqî Efrîn axivî û wiha got:` Em Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin. Ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rûmet bijî 13 hezar şehîd canê xwe feda kirin û 25 hezar birîndarên Şoreşê hene. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi berxwedaniya QSD`ê projeyekî demokratîk pêşkêşî hemû cîhanê kir."
Her wiha endama Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Kantona Tebqayê Necah El Hisên di axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: " Jin ji hemû aliyan ve berpirsyartiya xebatê rakiriye û pêşengtiyê dikin."
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil El Reîs jî axivî û wiha got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê projeya Rêveberiya Xweser ava kir, hemû êrîşên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir. Li ser bingehê rêgezê wekheviya di navbera hemû civakê de tê dikoşe. Rolekî mezin da jinan da ku bikaribe ji hemû aliyan ve têbikoşe û berpirsyartî rabike."
Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya Tebqayê Barîn Meimo axivî û got:" Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de dengê jinan gihîşte hemû cîhanê. Jinan aliyê leşkerî ve xwe birêxistin kirin û Yekîneyên Parastina Jin di berxwedana li hemberî êrişan û rizgarkirina herêma me ji çeteyên DAIŞ`ê pêşengtî kir û xwedî rolekî mezin bû."
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, Koma Kevneşopî ya Cirniyê, hozan Şadî Zibêdî, Raman Mihemed, Firas Iwêd, Serdar Zêdan û Memdûh Şitêwî stran gotin û govend ji aliyê beşdarvanan ve hat gerandin.
ANHA