HPG: 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Konvoya ku kelûmelên leşkerî û dagirkeran wediguhest Qada Berxwedanê ya Sergelê ji du milan ve bi awayekî bi bandor hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin.

HPG: 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin
18 tîrmeh 2024   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

HERÊMA XAKURKÊ

14’ê Tîrmehê di saet 21:00’an de hêzên me mudaxele li helîkoptera skorsky a dagirkeran ku xwestin li Girê Şekîfê leşkeran danin kirin. Piştî mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

17’ê Tîrmehê di saet 10:40’an de dagirkerên li Girê Şekîfê bi çekên giran hatin xistin.

HERÊMA ŞEHÎD DELÎL A ROJAVAYÊ ZAPÊ

15’ê Tîrmehê di saet 00:30’an de konvoya artêşa Tirk a dagirker ku kelûmelên leşkerî û dagirkeran wediguhest Qada Berxwedanê ya Sergelê ji du milan ve bi awayekî bi bandor hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin. Hejmara dagirkerên ku di nava wesayîtên Kîrpî de hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê bi vînç û kamyonan enqaza wesayîtên xwe yên hatî îmhakirin ji cihê çalakiyê birin.

17’ê Tîrmehê di saet 16:45’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê hatin xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

17’ê Tîrmehê di saet 18:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk hatin xistin û mewzîyek hate derbekirin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER ÊN BI TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ

17’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

17’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 8 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

17’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Kolît ên herêma Xakurkê 3 car, qada Dêreşê ya herêma Garê carek, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 car, bi giştî 6 car; bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Piştî bombebaranê li qadê şewat derket.”