Li 6 navendan pîrozbahiyên salvegera şoreşê
Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Fafîn, Tebqa û taxa Şêxmeqsûd a Helebê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê pîrozkirin.
Bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li 5 navendên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi dirûşma "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê teror û dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk a nenavnedî ava bikin" şahî dest pê kirin.
Şahî li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê, parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê, stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo, li bajarokê Fafînê yê kantona Efrîn-Şehbayê, herêma Cebanat a taxa Şêxmeqûsd a Helebê, her wiha li bajarê Tebqayê pîrozbahiyên girseyî hatine lidarxistin. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jin û ciwanan, şêx û rûspiyên eşîran jî di nav de, bi hezaran kes herikîn qadên pîrozbahiyê.
Li qadên şahiyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê, alên TEV-DEM, Rêveberiya Xweser, QSD, YPG, YPJ û partiyên siyasê hatin daliqandin.
Di şahiyan de wê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) axaftin werin kirin. Piştî axaftinan de wê bernameya hunerî, wêjeyî, çandî û stran werin pêşkêşkirin.
(bb)
ANHA
Tebqa
Kobanê