Pedersen dê istîfa bike

Nûnerê taybet ê ji bo Sûriyeyê NY`yê Geir Pedersen dê ji karê xwe îstifa bike.

Pedersen dê istîfa bike
18 îlon, 2025   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê yê taybet ji bo Sûriyeyê yê NY`yê Geir Pedersen piştî 7 salan di karê xwe de, ragihand ku ew dixwaze ji kar îstifa bike. 

Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî Sûriyeyê de wiha axivî: “Ez dixwazim ragihînim meclisê ku min sekreterê giştî agahdar kiriye ez ê istîfa bikim. Sekreterê giştî jî ev daxwaza min qebûl kir.”

(şx)