Jinên Kurd ên li Rûsyayê banga hevgirtina li hemberî tundiyê kir

Rêxistinên jinên Kurd ên li Rûsyayê diyar kirin ku jin parêzvanê ziman, çand û rûmetê ne, ew ê vê mîrateyê bi destê xwe bigirin û bidin nifşên nû, bang li jinan kir ku bi hevgirtina xwe li hemberî her cure tundiyê derkevin.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê banga hevgirtina li hemberî tundiyê kir
25 mijdar, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê Tevgera Giştî ya Navneteweyî ya Jinên Kurd û Rêxistina Viyan ji bo Parastin û Pêşvebirina Mafên Jinan bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jinên Kurd ên li Rûsyayê, bi helwesteke zelal û dilsoz radigihînin, 25`ê Mijdarê ne tenê roja xemgîniyê ye, ew roja rabûnê ye. Em roja şîdeta li jinan bi bîr tînin ne ji bo ku tenê xem bikin, lê ji bo ku bi hêztir rabin. Em bi êş û bi rûmet li hemû jinan dinêrin û bi dengekî yekgirtî dibêjin'Na ji şîdetê re, erê ji jiyanê, rûmetê û azadiyê re!"

Jinan di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: “Em li Rûsyayê ne lê dilê me bi welat, bi ziman, bi çand û bi kevneşopiyên me re ye. Em dizanin ku nasname ne tenê bîranîn e, nasname berxwedan e. Jin parêzvanê ziman, çand û rûmetê ne. Em vê mîrateyê bi destê xwe digirin û didin nifşên nû. Em ji felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bawer dikin. Ev ne tenê slogonek e, ev bingeha jiyaneke azad û dadmend e. Em dikarin bi hev re civakekê ava bikin ku tê de jin ne qurbanî, ne bêdeng bin, xwedî biryar û azad bin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li jinan hate kirin: "Werin em li dijî her cûre şîdeta laşî, psîkolojî, aborî û civakî yekgirtî bin. Werin em ji hev re bibin pişt bi hev re. Werin em bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hebûna xwe, rûmeta jinê li her deverê bilind bikin. Em ê têkoşînê bidomînin. Em ê nehêlin bêdengî li ser me were ferzkirin. Em ê bi hêz, bi hevgirtin û bi hêviyê berdewam bikin, ji bo jinan, ji bo jiyanê, ji bo azadiyê."