YJŞ`ê şehîd Doga û hevalên wê bi bîr anîn

Fermandariya Biryargehan Navendî ya YJŞ’ê şehîd Doga, Nûjiyan, Xelîl, Azad û Şêrhat bibîr anî û got: “Ew bûn pêşengên gelê me yê Êzidî û Ereb”.

YJŞ`ê şehîd Doga û hevalên wê bi bîr anîn
18 îlon, 2025   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li ser şehîdbûna Doga Pîrdoan û hevrêyên wê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Fermandariyê wiya ye:

“Jina leheng hevrê Doga Pîrdogan 13’ê Îlonê 2021’an li Heremên Parastina Medyayê şehîd bûbû. Em weke Yêkiniyên Jinên Şêngalê (YJŞ) û weke hevrêyên wê yê tekoşînê di serî de ji malbata wê ya hêja, ji milletê me yên Şingalê yên ku dilsozê tekoşîna azadiyê ne, ji eşîra Heliqî’yan re sersaxî dixwazin.

‘Ew bûn pêşengên gelê me yê Êzidî û Ereb’

5 şehîdên tekoşîna azadiyê, zarokên leheng ya Şengalê; Doga, Nûjiyan, Delil, Azad û Şêrhat ê ku li ser axa qadîm mezin bûn berê xwe dan tevgera azadiyê û bûn pêşengê gelê me yê Êzîdî û Erep.  Em şêhîdên xwe yên mezin bi hes kirin û minnetdarî bi bîr tînin. Li hemberê tekoşîn û berxwedaniya wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

‘EM JINÊN TOLHILDÊR Û XORTÊN ÇELENG TI CAR JI BÎR NAKIN’

Em hevrêyên wan tu caran ew jinên tolhildêr û ew xortên çeleng ji bîr nakin. Em ê ala ku ji bo me hiştiye ji bo ku bigihînin lûtkeyê bê navber têbikoşin.

Di şaxsê hevrê Doga de em carêk din ewladên bi nirx ya Şengalê hevrê Nûjiyan Sîncar, Şêrhat Zeko, Azad Zîlan, Delîl Şengal bibîr tînin, soza xweya meşandina li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armanca wan nû dikin.”