Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan

Ji bo piştgiriya gelê li Başûrê Kurdistanê li Qamişloyê çalakiyek hat lidarxistin, di çalakiyê de şantajên ku rastî Başûr tên hatin şermezarkirin, daxwaz hatin kirin ku nakokî bi diyalogê bên çareserkirina, destkeftiyên kurdî bên parastin, yekrêziya neteweyî ya kurdî were pêşxistin.

Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan
Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan
Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan
Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan
Li Qamişloyê piştigiriya bi gelê Başûrê Kurdistanê hat nîşandan
26 mijdar, 2026   16:09
QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişloyê, bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajêr çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi dayîna daxuyaniyê ji aliyê partiyên siyasî dest pê kir.

Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso di kombûyînê de axivî û piştgiriya ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan da, da zanîn ku nakokiyên di navbera hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne mijareke normal e, ew girêdayî siyasetên ku xizmetê ji berjewendiyê gelan re nake.

Xerîb Hiso diyar kir ku hikumeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê beriya niha gihîştine lihevkirinekê, lê qanûn û destûr heye ku gel beşdarî avakirina wê bûye, da zanîn ku divê zimanê diyalogê pêşbikevem, rê neyê dayîn ku nakokî kûr bibin.

Hiso destnîşan kir ku gefxwarina li gelê li Başûrê Kurdistanê bi armanca parçekirina gel ji hev pêk tê, lê bila bê zanîn ku gel ji hev naqete.

Bi navê partiyên ku beşdarî çalakiyê bûne û şêniyan êrişa ku duh (25 Mijdarê) li Hesekê pêk hat hat şermezarkirin.

Xerîb Hiso bang li pêşxistina yekrêziya neteweyî ya kurdî kir.

Çalakî bi berzkirina sloganên “Bijî yekîtiya gelê Kurd” û “Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e” bi dawî bû.

(sb)

ANHA