Salvegera PYD`ê li 2 bajaran hate pîrozkirin

PYD`ê bi boneya salvegera 22`emîn a damezirandina partiyê, 2 şahî; yek li Reqa û ya din li Holê li dar xistin. Di axaftinan de, teqezî bi yekitiya gelan û berdewamkirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate kirin.

18 îlon, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 22`emîn a damezirandina partiyê, 2 şahiyên cuda li bajarê Reqa û bajarê Holê li dar xistin. Endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl, siyasî, rûspiyên êlan û şênî tev li her du şahiyan bûn. 

Şahiya li Reqayê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo êlên Reqayê şandiye, hate xwendin. Di nameyê de teqezî bi têkiliyên dîrokî yên kûr ên di navbera gelên Kurd û Ereb de hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku hevalbendiya di navbera her du gelan de, girîng e, ji bo ku edalet, wekhevî pêk were û nirxên jiyana hevbeş xurttir bibin. Di nameyê de hate gotin yekitiya gelên herêmê, rêya avakirina siberojeke hevbeş a aştiyane û demokratîk e.

Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso di şahiyê de axivî û bixêrhatina haziran kir. Hiso wiha domand: “Sûriye, di encama siyasetên netewperest ên navendî yên rejîma Bassê de, aloziyeke asê jiya. Ev siyaset Sûriye ji nasnameya wê ya pirreng dûr xist. Divê têkoşîna siyasî û rêxistinî bi rêya PYD`ê bidome ji bo ku hêviyên pêkhateyên gelê Sûriyeyê werin bidestxistin.”

Hiso îşaret bi projeya nîştimanî ya demokratîk a Rêveberiya Xweser kir û got: “Ew ji bo sûriyeyiyan hêvî ye. Nemaze ku hikumeteke veguhêz a rastîn ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bike, nîn e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kilîta azadiya gelan e. Em ê berxwedan û têkoşîn, li ser şopa şehîdan bidomînin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Hêvîn Îsmaîl wiha axivî: “PYD`ê ji destpêkê ve, piştgirê gelên herêmê bû. Modela demokratîk a serkeftî ye ku layîqî firehkirin û piştgiriyê ye. Divê jin cihê xwe di çêkirina biryaran de bigirin. Mafê gelê herêmê heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Em soz didin ku li ser şopa demokrasiyê û têkoşînê modekele pêşeng li herêmê ava bikin.”

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê Alaa El Salih jî got: “Ez bi endamtiya jinan di partiyê de serbilind im. Ez jinên pêşeng silav dikim. Divê hebûna jinan di çêkirina biryara siyasî û civakî de, xurttir bibe.”

Nûnerê Girê Spî Îsmaîl Ewas jî got PYD`ê xilasiya pêkhateyan ji şert û mercên dijwar e.

Di şahiya li Reqayê de Koma Hîlala Zêrîn bi berhemên xwe çand û pirrengiya herêmê rave kir. Şahiya hatiye lidarxistin, giyanê hevgirtinê û israra berdewamkirina xebatê ji bo siberojeke baştir, rave kir.

Di şahiya li Holê de endama rêveber a PYD`ê Sacîde Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Sacîde şehîdên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, şehîd bûne, bibîr anîn.

Sacîde wiha domand: “PYD`ê di aliyê damezirandin û rêgezê de ji partiyên din cudatir e.”

Helbestvanê başûr Hemîd El Receb der barê boneyê de helbestek xwend û bi rêya helbesta xwe êşa gelê Sûriyeyê ji ber zulm û zordestiyê, vegot.

Şahiya li Holê bi gerandina xelekên govendê li ber stranan bi dawî bû.

PYD`ê sala 2003`yan hate damezirandin. Hêza siyasî ya herî navdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, roleke girîng lîst.

(şx)

ANHA

REQA

HOL