Li Qamişloyê ji bo zarokan çalakiyeke hunerî hat lidarxistin

Li Qamişloyê ji bo boneya Roja Zarokan a Cîhanê (20 Mijdar) ji bo zarokan çalakiyeke hunerî hat lidarxistin.

25 mijdar, 2026   15:43
QAMIŞLO

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi hevkariya Gerînendetiya Perwerdeyê-Daîreya Çalakî û Parastinê ya li bajarê Qamişlo, li Navenda Çandê ya bajêr bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê (20 Mijdar) bi beşdariya zarokan, nûnerên ji parêzgeha Hesekê û Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi axaftinên berpirsyarên Meclisa Parêzgeha Hesekê û Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê dest pê kir. Di axaftinan de girîngî ji bo vê rojê û bandora wê li ser mafên zarokan hat dayîn. Her wiha hat destnîşankirin ku divê piştgirî ji bo çalakiyên zarokan bê dayîn, behre û hêza zarokan di qadên hunerî û perwerdeyê de bê pêşxistin.

Di çalakiyê de Zarokên Orkestrayê ya Qamişloyê muzîk pêşkêş kir û bi vê boneyê şano û çalakiyên hunerî hatin pêşandan.

(sb)

ANHA