Partiya Yekitiya Suryan banga diyalogê kir

Partiya Yekitiya Suryan ji ber êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê fikarên xwe ziman û banga diyalogê kir.

Partiya Yekitiya Suryan banga diyalogê kir
7 cotmeh, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan ji ber êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek weşand.

Partiyê ji ber êrişan fikarên xwe anîn ziman û banga xwe ragirtin û diyalogan kir. Partiyê  diyar kir ku silametiya sivîlan armanca pêşîn a mutleq e û erkeke exlaqî û welatparêzî ye.

Partiyê banga pêkanîna peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera hêzên hikumeta veguhêz û Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de diyalogan kir û da zanîn ku bûyerên ku rû didin xizmeta dijminên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê dike.

Partiyê di dawiyê de bang li tevahî aliyên sûriyeyî kir ku bi rihê berpirsyariya nîştimanî tev bigerin, hevgirtina civakî û jiyana hevbeş a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biparêzin.

(bb)

ANHA