Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku felsefeya wî jiyana hevbeş xurt kir, hêvî û xwestekên pêkhateyan ên jiyana azad û birûmet pêk anîn.

Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin
Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin
Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin
Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin
Li Tirbespiyê komplo hat şermezarkirin
7 cotmeh, 2025   15:15
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajêr re li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ji bo nîqaşkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê li ser herêmê û gelê wê, civînek li dar xist.

Di civînê de hevseroka Meclisa Tirbespiyê Mizgîn Lazgîn li ser bandorên siyasî yên komployê û dema wê kir.

Mizgîn Lazgîn got: "Komplo di demekê de pêk hat ku dewletan amadekariya projeya Rojhilata Navîn a Nû dikir û di heman dema ku Rêber Abdullah Ocalan nîşaneyên mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên jiyana azad û rûmet de xêz dikirin pêk hat."

Mizgîn Lazgîn diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi projeyên mêtingeriyê re nebûn yek, ji lew re dewletan komplo pêk anî. Lazgîn da zanîn ku ev komplo li dijî tevahî gelên herêmê yên azadîxwaz bû. Lazgîn amaje bi bûyer û guhertinên bi Bihara Gelan re pêk hatine kir û got dewletên eleqedar dûre vegerîn, bi Rêber Abdullah Ocalan re diyalog pêk anî. Ev yek piştî şaştiyên xwe nas kirin û hêza felsefe û fikrên rizgariyê yên çareserkirina dozên herêmê bal kişand ser dewletên eleqedar li Rêber Abdullah Ocalan vegerîn û diyalog pê re çêkirin.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya pêkhateyên gelê Sûriyeyê û temsîlkirina wan di Sûriyeya siberojê de heye û divê Rêber Abdullah Ocalan yê ku bi fikra xwe komplo têk biriye bi fîzîkî were azadkirin.

(fr)

ANHA