Jinan ji Reqayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Jinên li kantona Reqayê diyar kir ku dengê wan dê li hember êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her bilind be. Jinan banga rawestandina êrişan kir.

Jinan ji Reqayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
7 cotmeh, 2025   15:50
REQA

Duh êvarê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Jinên li Reqayê têkildarî êrişan axivîn.

Ji rêveberên Navenda Hîlal Zerîn a Çanda Jinan a kantona Reqayê Mîdiya Silêman der barê mijarê de got: “Me hemûyan dît ku di rojên dawî de çi qewimî, hikûmeta veguêz hêzên leşkerî bicî kirin û bendên axê bilind kirin û dorpêçeke giran avêt ser sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Bi vê yekê xwest ewlehî û aramiya her du taxan têk bibe.

Mîdiya wiha berdewam kir: "Peymanên aştiyê û agirbestê hebûn, lê ew bêyî ti sedemek hatin binpêkirin, mîna ku 14 sal şer, wêranî û koçberî têrê nerkirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ewlehî û aramiyê bedelên giran dane. Her êrişek li ser sivîlan binpêkirineke aşkera ya nirxên mirovî ye, û divê civaka navneteweyî berpirsiyariya xwe hilgire."

Endama komîteya perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Huda, der barê helwesta jinan de got: "Divê helwestên me der barê tiştên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewimin de hişk bin. Em nikarin bêdeng bimînin. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda nînin. Em yek laş û yek gel in, û em ê herêmên xwe li dijî her êrişekê biparêzin."

Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hefîza El Ehmed diyar kir ku tiştê li Helebê diqewime "êrişeke rasterast a li dijî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye." Hefîzayê got: "Em hemû êrişên li dijî sivîlên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin, û her êrişeke li ser van deveran êrişeke li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwînê yekgirtî bimînin da ku xwe û axa xwe biparêzin.”

(k)