Parêzer: Eger mafê hêviyê pêk were dê tevahî pirsgirêk çareser bibin

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê parêzer Mehmûd Xelo di mijara mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de axivî û got “Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên pratîk avêtin. Lê dewleta Tirk û parlamentoya wan tu gavan naavêje. Dema mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bê rakirin, dê aştî pêk were û pirsgirêk bên çareserkirin.”

Parêzer: Eger mafê hêviyê pêk were dê tevahî pirsgirêk çareser bibin
17 mijdar, 2025   05:10
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Têkidarî mafê hêviyê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û di vê mijarê de gavneavêtina dewleta Tirk, endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê parêzer Mehmûd Xelo ji ajansa me re axivî.

Mehmûd Xelo anî ziman mafê hêviyê, mafeke ku hêviyê bide kesên cezayê mueebetê lê hatine birîn, hêvî bike ku carekê azad bibe û wiha got: “Her kesê cezayê muebbetê li wan hatiye birîn heye ku vî mafê bigire. Her wiha mafê her kesê girtî heye di hefteyê de carekî malbat û parêzerên xwe bibîne. Nûçeyan bixwîne û bi derdorê re dan û standinan çêke. Li gel hişyariyên saziyên Ewropayê jî dewleta Tirk van pêk nayne.”

Xelo bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û gavên PKK’ê û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên pratîk avêtin. Lê dewleta Tirk û parlamentoya wan tu gavan naavêje. Dema mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bê rakkirin, dê aştî pêk were û tevahî pirsgirêk bên çareserkirin.”

Xelo diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo ferdê xwe ew qas tê koşiya û berxwedan meşand û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê Rêber Apo bi siyasetmedaran re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber wê ji bo civakeke azad û demokratîk, çareseriya pirsgirêka Kurd li ber xwe da û têkoşiya. Bawerî û hêviyeke me ya mezin bi Rêber Abdullah Ocalan ku dê guhertinê çêke, aştiyê ava bike.”

Serokê giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirkiyeyê Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an di parlamentoya Tirkiyeyê de bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku eger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) fesih bike, dê heta dawiyê deriyê mafê hêviyê bê vekirin. Li ser vê bangê Rêber Abdullah Ocalan jî di 27’ê Sibata 2025’an de bang li PKK’ê kir ku kongreya xwe kom bike û xwe fesih bike. PKK’ê li ser vê bangê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî îlan kir û di 5-7’ê Gulanê de jî kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara fesihkirinê da. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê di 5’ê Tebaxa 2025’an de li parlamentoya Tirkiyeyê “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” hat avakirin. Komîsyon heta niha 17 car kom bû, lê heta niha dewleta Tirk gavek ji bo mafê hêviyê neavêtiye û bi awayek fermî neanîne rojeva komîsyonê.

ANHA