Pîşeya çêkirina tembûran 60 salan ji nifşekî da nifşekî din

Hunermendê Ermenî Semîr Bomboxciyan nêzî 60 salan e pîşeya çêkirina amûrên mûzîkê ku ji malbata xwe wergirtiye diparêze, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên ku wî neçar kirine ku karê xwe kêm bike. Îro, ew vê pîşeyê dide kurê xwe û kevneşopiya malbatê diparêze.

17 mijdar, 2025   07:25
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Hunermendê Ermenî Semîr Bomboxciyan, ku li Amûdê wekî "Samîr Orkêş" tê naskirin, di temenê xwe yê ciwan de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerê kir, ji wê demê de wî ji mûzîkê û bi taybet ji tembûrê hez dikir.

Berî 30 salan, wî bi alavên hindik û biçûk li kêleka mala xwe kargeheke piçûk ava kir, amûrên muzîkê, bi taybetî tembûr û Buzqê, çêdike.

Îro, kurê wî, Elaa, di kargeha piçûk de dixebite û kargeh veguheriye cihekî hevdîtinê ji bo mêvan û hezkiriyên hunerê.

HUNERA XWE JI NIFŞEKÎ RADESTÎ NIFŞEKÎ DIN DIKE

Bomboxciyan di wê baweriyê de ye ku çêkirina buzq û tembûrê ne tenê pîşeyek asayî ye, lê hunerek e ku sebir û jêhatîbûnê dixwaze. Ji bo çêkirina amûrekê divê destpêk cureyên daran yên baş werin hilbijartin wek gûz, tû yan behîvan. Ji wan daran kodika amûrê tê çêkirin, paşê zengê wê û dawiyê têlên wê tên girêdan.

Bomboxciyan ewqas bi karê xwe ve girêdayî ye ku wî ev huner da kurê xwe Elaa.  Ji 7 salan ve kurê wî kargehê bi rê ve dibe û bi berdewamî bi pêş dixe.

Bomboxciyan dibêje, "Tembûr ji bo min tê wateya jiyanê û ez bawer im ku kurê min dê piştî min vê pîşeyê bidomîne û mîrata muzîkê û nasnameya Kurdî biparêze."

Bomboxciyan dibêje ku wî îlhama xwe ya hunerê ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye, dema ku dibêje, "Her hunermendek ji bo min artêşek e. Hunermend jî şervanek e, lê ew li şûna çekan amûra xwe hildigire."

Îro, Bomboxciyan amûrên xwe bi destan bi jêhatîbûneke bêhempa çêdike û berhemên xwe dişîne bo hunermendên li Almanya, Swêd û Amerîkayê, her wiha gelek  muzîkjenên Kurd ên li herêmê berhemên wî dixwazin.

Bomboxciyan dibêje, "Dibe ku di 24 demjimêran de tembûrekê çêbikim, lê şarezayî bi demê nayê pîvandin; şarezayî ew ruhê ku di mirov dide her amûrekê."

HUNER DI XIZMETA ŞOREŞÊ DE

Samîr Bomboxciyan destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ne tenê siyasî bû, lê di heman demê de çandî jî bû, û diyar kir ku huner beşek ji têkoşîna rojane ye. Bomboxciyan da zanîn ku "muzîka Kurdî bingeha çanda Kurdî ye, û nifşê nû divê guh bide hunermendên kevin û ji wan fêr bibe. Her kesê ku tembûrekê hildigire, exlaq û çanda gelekî hildigire. "

(k)

ANHA