Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin

Li kantona Cizîrê xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgirîdayînê bi rêya peydakirina sotemeniyê, birêxistinkirina karê çewlikan û kêmkirina buhayên êm û çûçikan kir.

Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
Xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgiriyê dikin
30 mijdar, 2025   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xwediyên çewlikên mirîşkan ên kantona Cizîrê ji ber gelek sedeman zehmetiyan dikişînin.

Li kantonê, çewlik yek ji projeyên bingehîn ên sewalvaniyê ne, hem goşt û hêkan ji bo sûkên xwecih peyda dikin, hem jî derfetên kar pêşkêş dikin. Her wiha ji bermahiyên mirîşkan jî semada organîk tê çêkirin.

Di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên ji bo pêkanîna xwetêrkirinê de, li kantonê nêzî 450 çewlik hene û goşt û hêkan ji bo sûkên xwecih peyda dikin û di encamê de buhayên van berheman kêm dibe.

Xwediyên çewlikan gelek zehmetiyan dikişînin, ji wan gumrika wergirtina êm û çûçikan, zêdebûna buhayên sotemeniyê û tunebûna sîstemekê ji bo belavkirina çûçikan li çewlikan.

Ebdulbaqî Sarûxan ê ji gundê Dugirê yê Tirbespiyê 35 sal e çewlika xwe bi rê ve dibe. Sarûxan destnîşan kir ku zehmetiyên ku li pêşiya xwediyên mirîşkan derdikevin êdî gefê li karê wan dixwin, bi taybetî di salên dawîn de nexasim ku Rêveberiya Xweser sotemenî ji bo çewlikan rawestandin û buhayên komirê germkirinê, çûçik, êm û dermanan jî zêde bûne.

Sarûxan destnîşan kir ku projeya çewlikan ji bo herêmê gelekî girîng in, bi taybetî ji bo pêşxistina sewalvanî û çandiniyê û got: "Buhayê her çûçikekî 90 sent e, lê ji bo wî germkirin divê. Ji bo her çûçikekî jî 4.5 kîlo êm û derman divê. Buhayê tonek êm 550 dolar e. Kîloyê mirîşkan li sûkê bi 27 hezar lîreyên Sûriyeyî tê firotin, ji çewlikan jî kîloyek bi 17 hezar lîreyan tê firotin."

Sarûxan got ku divê Rêveberiya Xweser gavên cidî ji bo pêşxistina vê qadê bavêje ji ber ku xwediyên mirîşkan zirarên mezin dibînin û gelek çewlik ji ber zêdebûna buhayan ji kar rawestiyan.

Sarûxan diyar kir ku buhayê tonê komir 100 dolar bû, lê belê niha bûye 250 dolar e û got: "Her wiha divê mekanîzmeke bi edalet ji bo belavkirina çûçikan li çewlikan were meşandin."

Girêdayî mijarê, hevserokê Desteya Sewalvaniyê ya kantonê Mihemed Tahir Şêxmûs got ew ji bo peydakirina mazota germkirinê ji bo xwediyên çewlikan di hewldanan de ne û pêşxistina karê çewlikan yek ji armancên sereke yên desteyê ye.

(mh)

ANHA