NY`ê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY`yê Farhan Haq di civîneke çapmeniyê de têkildarî `Qanûna Çarşoveyê` bersiva pirsan da û piştgiriya NY`yê ji bo pêvajoyê vegot.

NY`ê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê
12 tebax, 2026   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê 'Qanûna Çarçoveyê' ya ku di çarçoveya Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de hate amadekirin daxuyaniyeke da. 

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY`yê Farhan Haq, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya NY`yê li New Yorkê, pirsen têkildarî `Qanûna Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî` de bersivandin.

Haq diyar kir ku ew pêvajoyê dişopînin û li metna qanûnê mêze kirine.

Ferhan Heq got: “Em piştgiriyê didin hemû gavên hikumeta Tirkiyeyê yên di warê aştiya bi PKK’ê û hemû komên Kurdan re avêtiye.”