Îsraîlê Tirkiyeyê bi dagirkirina axa Sûriye, Iraq û Qibrisê tawanbar kir

Îsraîlê Tirkiyeyê bi dagirkirina hin beşên ji axa Sûriye, Iraq û Qubrisê tawanbar kir û destnîşan kir ku bi hezaran leşker û bi dehan baregehên Tirkiyeyê li wan dewletan hene.

Îsraîlê Tirkiyeyê bi dagirkirina axa Sûriye, Iraq û Qibrisê tawanbar kir
12 tebax, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê dewleta Tirkiyeyê bi dagirkirina hin beşên welatên cîran tawanbar kir û diyar kir ku bi hezaran leşker û bi dehan baregeh û cihên leşkerî yên Tirk li Sûriye, Iraq û Qubrisê hene.

Wezaretê di postek li ser platforma "X" de diyar kir ku Tirkiye ji sedî 36’ê Qubrisê, ji sedî 5’ê Sûriyeyê û bi qasî 2 hezar kîlometre çargoşeyî Iraqê kontrol dike.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hebûna xwe li Sûriyeyê parast û diyar kir ku kontrola wê ya demkî ya herêmeke tamponê, ku bi qasî ji sedî 0,1’ê axa Sûriyeyê temsîl dike. Armanca wê ew e ku welatiyên xwe ji "gefên ewlehiyê yên îsbatkirî" biparêze.

(f)