Nûnerê Rojava û serokkomarê berê yê Fransayê hevdîtin kir

Nûnerê taybet ê Rojava yê Fransayê Xalid Îsa li Parîsê bi serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande re civiya û li ser geşedanên li Sûriye û Rojava, pêwîstiya çareseriyeke siyasî, parastina sivîlan û piştgiriya ji bo îstîqrarê nîqaş kirin.

 Nûnerê Rojava û serokkomarê berê yê Fransayê hevdîtin kir
27 ÇILE, 2026   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Rojava yê li Fransayê Xalid Îsa, li Parîsê bi serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande re civiya.

Xalid Îsa û François Hollande bi berfirehî li ser rewşa siyasî û meydanî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin û diyar kir ku divê çareseriyeke siyasî ya giştî pêk were ku yekbûna Sûriyeyê mîsoger bike, mafên hemû pêkhateyên wê, di serî de Kurdan, biparêze û rê li ber şer bigire.

Hollande anî ziman ku rewşa Rojava dişopîne û da zanîn ku divê sivîl werin parastin, piştgiriya hewldanên aramkirin û aştiyê bê kirin. Her wiha bal kişand ser rola QSD’ê di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovî yên hevbeş de.

Hollande diyar kir ku ew amade ye piştgiriyê bide Rojava û hewldanên bidawîkirina şer.

(b)