Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava didomin

Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava didomin
27 ÇILE, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Helebceyê Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Helebceyê bi civînek çapemeniyê kampanyaya komkirina derman û pêdawîstiyên tendirustiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

Cîgirê Rêveberê Sendîkayê Nêçîrvan Emîn di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Sendîkaya Karmendên Tendirustiya Kurdistanê hest bi berpirsyartiya li beramberî rewşa ku kesûkarên me li Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrişên artêşa Sûriyeyê pêre rûbirû mane, vê kampanya alîkariyê radigîne. Daxwazê ji tevayî karmendên tendirustiyê, bijîşk û xwediyê karên tendirustiyê dikîn tevlî kampanya me bibin. Daku em bikarin pêdawîstiyên tendirustî û bijîşkî ji nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê re bişînin. Wê kampanya me sê rojan berdewam bike.

Nêçîrvan Emîn da zanîn ku ew wek tîmên sendîkayayên Kurdistanê ji bo her erkek bikeve li ser milên wan amadene û  daxwaz kir ku hikûmeta Herêmê ji bo gihandina derman û pêdawîstiyan ji bo Rojava bi wan re bibe alîkar.

Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Helebceyê Sinor Hamid jî axivî û got: “Wek Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê îro li gel karmendên wezaretê civiyan. Me daxwazên xwe pêşkêş kirin. Wek Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebceyê jî em li benda fermana Wezareta Tendirustî ne daku bikarîn wek karmendên tendirustiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibîn û xiametguzariyên tendirustî pêşkêş bikîn.

Xelkê bajarokê Xurmatuyê jî 4 rojin ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 121 milyon dînar komkirine.

Di vê çarçoveyê de bi dirûşmeya ‘Ji Xurmatu heya Rojava’ xelkê bajarokê Xurmatu ya ser bi parêzgeha Selahedîn 4 rojin ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê dane destpê kirin.

Li gorî agahiyan xelkê Xurmatu di nava 4 rojan de heya niha 121 milyon û 475 hezar dînarê Iraqê ji bo Rojavayê Kurdistanê komkirine. Kampanya dewam dike.

Duh bi şev alîkariya li navçeya Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatî komkirin, radestî ofîsa Heyva Sor a Kurdistanê ya li Silêmaniyê hate kirin. Wê Heyva Sor alîkariyan bigihîne Rojava.

Yek ji amadekarên kampanyaya alîkariyê ya li Çemçemal hatî destpê kirin, Hawta Ezîz ji ajansa mere axivî û got; “Di nava 3 rojên kampanyayê de alîkariyek baş hate komkirin û me radestî aliyên peywendîdar kir.”