Serokwezîrê Iraqê xwest welatên cîhan endamên xwe yên di nava DAIŞ’ê de werbigirin

Serokwezîrê Iraqê bi balyozê Tirkiye yê Bexdayê re civiya, serokwezîrê Iraqê ji welatên cîhanê xwest ku berpirsyartiyên xwe bicih bînin û endamên xwe yên di nava çeteyên DAIŞ’ê werbigirin.

Serokwezîrê Iraqê xwest welatên cîhan endamên xwe yên di nava DAIŞ’ê de werbigirin
27 ÇILE, 2026   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku îro serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Anil Bora Înan re civiyaye.

Li gorî ofîsê di civînê de behsa peywendiyên Tirkiye û Iraqê hatiye kirin.

Her wiha hate gotinku di civînê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kiriye ku hewldanên Iraqê yên ji bo wergirtina çeteyên DAIŞ’ê, li gorî berjewendiya welat tê kirin.

Sudanî di civînê de ji welatên cîhanê xwest ku berpirsyartiyên xwe yên qanunî bicih bînin û welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de werbigirin.