Serokê Parlamentoya Sûriyeyê bi şandeyek Senatoya Fransayê re civiya

Serokê Parlamentoya Sûriyeyê Ebdulhemîd El Ewak bi şandeyek ji Senatoya Fransayê re hevdîtin kir, xurtkriina dîplomasiya parlamentoyê û pêşxistina hevkariyê di navbera Sûriye û Fransayê de hat nîqaşkirin.

Serokê Parlamentoya Sûriyeyê bi şandeyek Senatoya Fransayê re civiya
16 îlon, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) Ebdulhemîd El Ewak bi şandeyek ji Senatoya Fransayê bi serokatiya Olivier Cigolotti û amadebûna endamên nivîsgeha Parlamentoyê re civiya.

Di civînê de girîngiya dîplomasiya parlamentoyê, rêbazên pêşxistina hevkariyê di navbera Sûriye û Fransayê de, pêşxistina peywendiya saziyên zagonî hatin nîqaşkirin.

Şandeya Fransayê ji Étienne Blanc, Nicole Duranton û Michel Gréau pêk dihat û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransa li Sûriyê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bû.

(f)