Li qada navneteweyî dengvedana PKK’ê

Felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan bi pêş xist, di encama têkoşîna 52 salan de rêya hevkariya gelên cîhanê û têkoşîneke nû ya dîplomatîk, enternasyonal û çareseriyê vekir.  

Li qada navneteweyî dengvedana PKK’ê
3 kanûn, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
ROGER ROJIYAN

Rêber Abdullah Ocalan hîmê PKK’ê li ser fikra sosyalîzmê ava kir. Lewma ji destpêkê ve li kêleka têkoşîna ji bo nasnameya gelê Kurd, xebateke berfireh ji bo wekhevî û yekitiya gelan jî hatiye meşandin. 

Koma yekemîn a ku dê PKK’ê ava bike û bi navê “Apocî” hat naskirin, ji xwendekarên rewşenbîr ên Kurd û Tirk pêk hat. Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, ciwanên Tirk ên wekî Hakî Karer û Kemal Pîr gavên yekem avêtine.

Beriya avakirina PKK’ê Rêber Abdullah Ocalan di nava komên xwendekarên şoreşger û sosyalîst de xebatên hevkarî û tifaqan meşandin. Di encama van hewldanan de Rêber Abdullah Ocalan sala 1975’an weke Serokê Komeleya Xwendekaran û Hîndekariya Bilind a Demokartîk a Enqereyê (ADYOD) hat hilbijartin.

Ji ber dijwariya pirsgirêka Kurd (înkar, qirkirin) û fikra marksîzmê ya wekî “rizgariya neteweyî” PKK zêdetir bi nasnameya Kurd derket pêş, lê têkoşîna wê ya etnernasyonalîst jî her dom kiriye. Nexasim bi avakirina PKK’ê re gelek ciwanên Tirk cihê xwe di refên têkoşînê de girt.

GAVÊN BER BI NETEWEYÊN DIN VE

Piştî destpêkirina şerê çekdarî (15 Tebax 1984), pêwendiya bi gelên din ên bindest û neteweyên cuda re zêdetir çêbû û dîplomasiya gelan bi pêş ket.

Ji ber êriş, komkujî û wêrankeriya dewleta Tirk di salên 1990’an nêzî 4 mîlyon Kurd mişextî metropolên Tirkiyeyê, Başurê Kurdistanê û Ewropayê bûn. PKK’ê ev yek weke hîmekî bingehîn ê têkoşînê û pêwendiya bi gel û hêzên din re nirxandin. Xebatên ku bi taybet li Ewropayê hatine meşandin piştî demekê veguherîn sazûmaniyan û bûn navnîşanên danasîna têkoşîna nasnameya Kurd û hevkariya gelan.

Li aliyekê ji parzemînên Asya heta Afrîka, Ewropa û Amerîkayê gelek ciwanên şoreşger, sosyalîst tev li refên gerîla bûn, li aliyê din hewldanên avakirina eniyên têkoşîna hevpar hatin berfirehkirin. 

HEVKARIYA LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û FAŞÎZMÊ

Rêber Abdullah Ocalan piştî ku sala 1979’an derbasî Suriyeyê bû, bi rêxistinên çepgir û yên neteweyî yên welatên cuda re jî têkilî û hevkarî çêkirin. Di serî de rêxistinên Fîlîstînî û partiyên Komunîst yên Rojhilata Navîn û welatên cuda re hevdîtin hatin kirin.

Di Adara 1982’yan de piştî civîn û nîqaşên demdirêj ên bi rêxistinên çepgir û şoreşger ên Tirkiyeyê re, bi beşdarbûna 8 partî û rêxistinan “Eniya Berxwedanê ya Hevgirtî ya Li dijî Faşîzmê” hate damezirandin. Eniyê li Rojhilata Navîn û Ewropa bi rengê 2 komîteyan xwe bi rêxistin kir û di 1’ê Hezîranê de damezirandina xwe ragihand.

FILISTÎN

Xebatên têkoşîna hevpar a gelan, di jiyanê de jî xwe nîşan dan. Dema ku Îsraîlê di 2’yê Hezîrana sala 1982’yan de li dijî Lubnan û rêxistinên Filistînê êriş dan destpêkirin, kadroyên PKK’ê bi awayekî aktîf tev li berxwedanê bûn 10 şehîd dan.

Xebatên enternasyonal ên PKK’ê li Ewropayê jî encam dan û di salên 1990’an Fraksiyona Artêşa Sor a Almanyayê (RAF) bi awayekî komî tev li PKK’ê bû.

HELWESTA DIJÎ KOMPLOYÊ

Dema ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an ew radestî dewleta Tirk hat kirin, ji bilî Kurdan, gelek sazî û dezgehên ji neteweyên din re jî hêrsa xwe nîşan dan. Her wiha gelek şoreşger tev li çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bûn.

Endama Rûmetê ya Yekîneya Prapagandaya Çekdarî ya Marksist-Lenînîst a Tirkiyeyê Serpîl Polat 17’ê Sibata 1999’an li zindana bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

Şoreşgera Yewnanî Elefteriya Fortulaki ku dayika 2 zarokan bû, 24’ê Adara 2006’an li paytexta Yewnanistan Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HEVKARÎ Û ÇALAKIYÊN ENTERNASYONAL

Li hemberî komployê Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê lêhûrbûna xwe ya li ser Sosyalîzm û têkoşîna azadiyê kûrtir kir û ev lêhûrbûnên xwe wekî 10 pirtûk pêşkêş kirin.

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelek zimanên cîhanî hatin wergerkirin û ji bilî Kurdistanê di nava tevahiya hêzên sosyalîst û gelan de deng veda. Li Ewropayê akademiyên bi navê Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de tora enternasyonal û têkoşîna hevpar jî berfireh bû.

Li Ewropa û seranserî cîhanê ji aliyê sîyasetmedar, fîlozof, nivîskar, hunermend, demokrat û rêxistinên civakî ve kampanyayên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin meşandin.

Di Îlona 2012’an de li paytexta Belçîka Brukselê kampanyaya îmzeyan a bi navê “Ji Ocalan re Azadî” hat destpêkirin û 10 milyon 328 hezar û 623 imza hatin komkirin.

Îlona 2016’an li parlementoya Îngîlîstanê sendîkayên herî mezin bi civînekê destpêkirina kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan raghandin. Gelek sendîka û sîyasetmedarên Îngîlîz, Îrlandayî û Îskoçî jî piştgirî dan kampanyayê.

Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ji welatên cuda, di Cotmeha 2023’yan kampanya herî mezin dan destpêkirin. Kampanya bi navê ‘’Ji Abdulah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li 74 navendên cîhanê hemwext destpê kir. Di çarçoveya kampanyaya ku hîn didome de, li çar aliyên cîhanê çalakî, bername, danasîn, xwepêşandin, xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û hwd. hatin organîzekirin.

DESTEKA XWEDIYÊN XELATA NOBELÊ

Sala 2024’an 69 rewşenbîrên xwediyên xelata Nobelê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û saziyên navneteweyî name şandin. Her wiha xwestin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Ji gelek welatan jî, bi hezaran parêzeran ji bo parastina hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kirin.

Di sala 2025’an de jî şandeyek navneteweyî ku ji siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevanan pêk tê, çû Tirkiyeyê û xwest bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

DEWLET NEÇARÎ HEVDÎTINAN KIR

Têkoşîn û siyaseta Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê dewleta Tirk jî neçarî hevdîtinan kir. Di sala 1991’ an de Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal bi rêya navbeynkaran bi Rêber Abdullah Ocalanre danûstendin dan çêkirin. Di encama van hewldanan de Rêber Abdullah Ocalan sala 1993’yan cara yekem agirbest îlan kir. Lê ev hewldan piştre ji aliyên hêzên dijber ve hat têkbirin, Turgut Ozal bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Di navbera salên 2006 û 2011’an de li paytexta Norveç Osloyê bi navbeynkariya hin hêzên navneteweyî, di navbera PKK û rayedarên Tirkiyeyê de hevdîtin pêk hatin. Ev hevdîtinên ku bi navberan çêbûn jî, hatin têkbirin.

Piştî van hewldanan, dewlet neçar ma ku rasterast bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike. Van hevdîtinan bi banga Rêber Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibata 2025’an pêvajoyek nû da destpêkirin. Di dîroka komara Tirkiyeyê de piştî 28 serhildanan cara yekem dewlet li ser masê bi rêberê Kurdan re hevdîtinên çareseriyê dike.  

ŞOREŞA ROJAVA Û KOMÊN ENTERNASYONAL

Şoreşa Rojava (19 Temmuz) ku li ser hîmê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêş ket, di aliyê têkoşîna enternasyonal de jî rûpelek nû vekir. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di nava gel û welatên cîhanê de bandoreke mezin ava kir.  Ji çar çaliyên cîhanê şoreşger û têkoşer tev li berxwedana dîrokî ya Kobanê (15 îlon 2014-26 Çile 2015) bûn. Her wiha ji Afganîstan heta Amerîkayê gel rabûn serhildanê û 1’ê Mijdarê (2014) weke “Roja Navneteweyî ya Kobanê” hate pejîrandin.

Bandora vê hevkariyê hêzên navneteweyî jî neçarî gav avêtinê kirin û  Koalîsyona Navneteweyî ku dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, destek da berxwedanê.

Hevkariya Kobanê piştre veguherî sazumaniyek enternasyonal û gelek komên enternasyonal hatin avakirin. Di navbera Rojava gelên cuda de gelek têkiliyên dîplomatîk pêş ketin.

Nûnerên Rêveberiya  Xweseriya Demokratîk li Rojhilata Navîn, Asya, Amerîka û Ewropayê faaliyetên dîplomatîk dimeşînin.

ANHA