Xelkê Kobanê daxwaza hesabxwestina sûcdaran dike

Malbat û xelkê Kobanê diyar kirin ku baweriya wan bi rêveberiyê heye û daxwaz kirin ku sûcdar bi rêbazên qanûnî bên hesabxwestin.

Xelkê Kobanê daxwaza hesabxwestina sûcdaran dike
17 îlon, 2026   08:32
KOBANÊ
CÎHAN TEMÎ

12’ê îlonê di girtîgeha Kobanê de Şewata derket û di encamê wê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn, malbata Şehîdên zindana Kobanê û xelkên bajarê Kobanê daxwaz kirin ku sûcdar li gorî pîvanên qanûnî pêvajoya hesabxwestinê di bin çavdêriya saziyên dadwerî de birêvebirin.

Birayê Şehîd Ezîz Salih Reşîd ku li girtîgeha Kobanê Şehîd bibû, Eymen Salih Reşîd an ziman ku divê ew kesên porvakasyon kirinî bên cezakirin û got; “Birayê min û hevalên xwe yên di girtîgehê de biryara Ewlekariya Giştî ya ku digotin em ê we bin Helebê û li gorî wê jî em ê we darzînin, ew biryar red kirin û cane xwe dan ber agir.”

Eymen destnîşan kir ku li dijî wê biryarê birayê min û hevalên wî canê xwe dan ber agir. Her wiha Eymen daxuyankirin ku divê ew kes demildest bên darizandin û baweriya me bi rêveberiiyên me hene ku dê hesab bixwazin.

Welatiya bi navê Zeh Elî Eyûb an îziman ku bajarê Kobanê bajarê Kurdan e û em ê xwdî lê derbikevin û got: Girtî ew girtiyên me bûn û pêwîste cezaya wan li bajarê wan be çima li Parêzgeha Helebê be. Em jî red dikin û em dibêjin divê hesabên tund bên xwestin.”

Zehê Elî Eyûb wiha da berdewamiya axaftina xwe tehşîr bir ser daxwaza gel û got ku daxwaza wan divê bi rengekî adil û qanûnî ew kes ku kî dibe bila bibe bên darzandin.

Welatiya bi navê Rodîn Mihemed buyer bi bîr xist û got ku ew gelekî pêy êşîyane û got: “Em hemû bi va bûyera ku rûdayî êşiyan, Pêkanîna edaletê mercê yekem e ji bo avakirina civakeke aram û ewle. Bêyî cezakirina sûcdaran, aştî û aramî di civakê de nayê pêkanîn.”

ANHA