2638 sal e agirê Newrozê gur dibe

Agirê Newrozê 2638 sal e li çiyayên Kurdistanê gur dibe. Destana têkoşîna li dijî dagirkeran e û destpêka berbangeke nû ya gelan e. Gelê Kurd ruxmî hemû astengî û qedexeyan Newroza ku hêvî û girêdana Kurdan a bi azadî û rûmetê ve îfade dike, parast û pîroz kir.

2638 sal e agirê Newrozê gur dibe
15 adar, 2026   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal roja 21`ê Adarê hest û giyanê gelê Kurd bi cejna Newrozê re zindî dibe. Gelê Kurd Newrozê ku tê wateya `roja nû` pîroz dike. Newroz bi sedan salan re ji gelê Kurd re bû sembola azadî, berxwedan û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd. 2638 sal e Kurd agirê Newrozê gur dikin û destûr nadin ku kesek vemirînê.

Newroz ji bo Kurdan rojeke dîrokî û neteweyî ye. Di wê rojê de sala 612 a beriya Zayînê gelê medyayî û babilî li hemberî dagirkeriya Nînewayê bi ser dikevin. Ew serkeftin li çiyayên Kurdistanê bû destpêkeke nû ya azadiyê. Ji wê dîrokê ve Newroz bû cejna bibîranîna têkoşîna li dijî zilmê û nûkirina hêviya siberojê.

DESTANA KAWAYÊ HESINKAR Û GURKIRINA AGIRÊ NEWROZÊ

Di wicdanê gelê Kurd de sembola Newrozê bi destaneke di destana Şahnameya helbestvanê Firdewsî ve girê didin. Di destanê de behsa lehengê Kurd Kawayê Hesinkar tê kirin. Kawayê Hesinkar li hemberî qralê zalim Azdehak ê bi navê `qralê Tinînan` tê naskirin, serî hilda.

Di destanê de tê gotin ku li ser her du milên qral Azdehak du mar hebûne. Ew mar bê deng nedibûn heyanî ku mejiyên ciwanan bidin wan. Gelek ciwanên Kurd bi destê vî qralî hatin kuştin û zordarî li wan dihat kirin. Kawayê Hesinkar yek ji qurbaniyên vê çewisandinê bû. Ji ber qral hemû zarokên wî hatibûn kuştin û tenê keça wî ya biçûk mabû.

Kawayê Hesinkar biryarê dide ku li hemberî zilmê û zordaran dest bi şoreşê bike. Berê xwe dide qesra qral, wî dikuje û dawî li serweriya wî tîne. Piştî ku qral dikuje, derdikevê lûtkeya çiya û agir dadide. Bi vêxistina agir, ji gel re radigihîne ku dawî li zilmê hatiye û berbanga azadiyê ye. Ji wê demê de di Newrozê de agir bû sembola azadiyê. Gelê Kurd her sal agir vêdixe.

Dîroknasê Kurd Şeref Xan Bedlîsî di pirtûka xwe ya navdar `Şerefname`yê de destnana Kawayê Hesinkar nivîsandiye. Şeref Xan Bedlîsî ji bo cejna Newrozê dibêjê Newroz bûye nasnameya gelê Kurd.

NEWROZ DI WÊJEYA KURDÎ DE

Newroz ne tenê di mejiyê gelê Kurd de ma, wêjeya kurdî cihekî mezin da Newrozê. Gelek helbestvan û wêjevan di stran û nivîsên xwe de Newrozê wek sembola azadî û vejînê pênase dikin.

Helbestvanê Kurd ê mezin Melayê Cizîrî li ser Newrozê helbest nivîsandine. Di helbestên xwe de Newrozê destpêka jiyaneke nû pênase dike. Ehmedê Xanî yê xwediyê destana Mem û Zîn dibêjê Newroz cejnek e ku gel diçin nava xwezayê û jiyanê pîroz dikin.

Helbestvan Abdulrehîm Mewloyî (1882-1806) Newrozê wek destpêka biharê, xwezayê û geşbûnê nîşan dide.

Helbestvan Wefaî li ser bedewbûna biharê û hezkirina di roja Newrozê de dibêjê. Helbestvan Abdulxaliq El Asîrî El Kerkûkî li ser Newrozê helbesteke dirêj nivîsandiye. Di helbestê de hestên xwe yê neteweyî tîne ziman û Newrozê li gelê Kurd pîroz dike.

KURD ÇAWA NEWROZÊ PÎROZ DIKIN?

Li gelek herêmên Kurdan merasîmên taybet ên pîrozkirina Newrozê têne lidarxistin. Bi van merasîman re girêdana xwe ya kûr bi Newrozê re diyar dikin. Şeva 21`ê Adarê li ser serê hemû gir û çiyayan agirê Newrozê vêdixin. Her herêmek li gorî çand û kevneşopiyên xwe cil û berg bi rengên xwezayê li ber xwe dikin. Her wiha derdikevin gelî û çiyayan û diçin nava xwezayê, awazên neteweyî dibêjin û bihevre govendê digerînin.

Piştî ku Kurdistan navbera Sûriyeyê, Tirkiyê, Îran û Iraqê parçe û dagirkirin êdî gelê Kurd roja Newrozê de daxwaza mafên xwe yên siyasî, çandî û nasnameya xwe ya neteweyî dikin.

NEWROZ LI ROJAVA Û SÛRIYEYÊ

Sîstemên dagirker destûr nedida ku gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê Newrozê pîroz bike. Bi taybet rejîma Baasê destûr nedida ku gelê Kurd cejna xwe ya neteweyî pîroz bike. Heyanî salên heştî yên sedsala bihurî desthilatdaran destûr nedidan ku gelê Kurd eşkere cejna Newrozê pîroz bikin. Eger pîroz kiribane ew digirtin. Ji ber vê yekê gelê Kurd li malên xwe yan jî li gundên dûrî saziyên ewlehiyê û ne li ber çavên wan e, cejna Newrozê pîroz dikirin.

Sala 1986`an gelê Kurd li paytexta Sûriyeyê Şamê cara yekemîn derket ku Newrozê aşkera pîroz bike. Dewletê êrişî wan kir û Kurdekî bi navê Silêman Adî şehîd bû.

Sala 1988`an rejîmê biryar da ku roja 21`ê Adarê bibe roja cejna dayikê. Bi vê yekê re xwestin siyekê biavêjin ser Newrozê.

Piştî serhildana 12`ê Adarê 2004`an rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê qedexeya pîrozkirina Newrozê hişktir kir. Sala 2008`an şeva Newrozê hêzên rejîmê xelkê Kurd ê bajarê Qamişlo ku Newroz pîroz dikir, gulebaran kir. Wê şemê 3 xort şehîd kirin ku navên her sêyan jî Mihemed bû. Xelkê Qamişlo êdî ji wan re digot “3 Mihemed”.

Sala 2010`an li Reqayê dema ku gelê Kurd ê li Reqayê li hev kom bû ku Newrozê pîroz bike, hêzên dewletê êrişî wan kir û zarokekî bi navê Mihemed Nûr û bi dehan kes birîndar bûn. Di heman salê de 2010`an li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hejmareke mezin a ciwanên Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin ji ber ku Newroz pîroz kiribû.

Dewletê girtiyên Newrozê li dadgehên leşkerî dadgeh dikirin û ew wek endamên partiyeke li Sûriyeyê ne qanûnî ye, tevliheviyê çêdikin û dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, sûcdar dikirin.

Piştî sala 2012`an û destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser li Rojava cejna Newrozê giştî ragihand. Li hemû bajarên Rojava Newroz dihat pîrozkirin û hemû pêkhate (Ereb, Suryan) beşdarî şahiyên Newrozê dibûn.

Sala 2015`an çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Hesekê êrişî gel kirin dema ku Newroz pîroz dikirin. Di êrişê de 53`ê kes ku zêdetirî wan zarok û jin bûn, şehîd bûn û 130 kes jî birîndar bûn. 53`ê kes bûn Şehîdên Newrozê.

NEWROZ LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz bûye dîroka berxwedana li dijî dagirkeriyê û têkoşîna siyasî ya li hemberî zilma dewletê. Newroz ji ber bi nasnameya neteweyî ve girêdayî ye hate qedexekirin û li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê wek xetere dibînin. Ji ber vê yekê kesên ku amadekariyên Newrozê dikirin an jî pîroz dikirin dihatin girtin.

Sala 1982`yan şehîd Mazlûm Dogan di zindana Amedê de şeva Newrozê 20`ê Adarê agirê Newrozê gur kir. Li hemberî zilma dewleta Tirk a li zindana Amedê helwesta xwe nîşan da û got “Berxwedan jiyan e”. Mazlûm Dogan bû Kawayê Hemdem û dirûşma wî ya “Berxwedan jiyan e” bû dirûşma gelê Kurd li tevahiya cîhanê û rêgeza berxwedanê.

Sala 1992`yan li Cizîra Botan, Nisêbîn û Amedê dema gelê Kurd Newroz pîroz dikir, leşker û polîsên Tirk êrişî wan kir û bi dehan kes şehîd bûn. Ji wê demê de şahiyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn xwepêşandanên gel û bi milyonan kes tev lê dibin. Di xwepêşandanan de daxwaza mafên gelê Kurd ên siyasî û çandî tê kirin.

NEWROZ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê Newroz xwediyê aliyên neteweyî û siyasî ye. Bi taybet di pêvajoya tevgerên Kurd li hemberî desthilata Iraqê şer kir.

Di salên 1930`î ên sedsala borî de helbestvanê Kurd Pîremêrd bang li gelê Kurd kir ku li bajarê Silêmaniyê agirê Newrozê vêxin. Di wan salan de pîrozkirina Newrozê qedexe bû. Di salên şoreşa çekdarî de navbera sala 1961 û 1991`an pêşmergeyên Kurd şeva Newrozê derdikevin lûtkeyên çiyayên Kurdistanê û agirê Newrozê vêdixist. Li bajarên Kurdan jî di demê ku rewşa siyasî gelekî zehmet bû Newroz dihat pîrozkirin.

Niha jî roja 21`ê Adarê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê derdikevin nava xwezayê û li deşt û çiyan şahî û mehrecanan birêxistin dikin.

NEWROZ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Newroz ji bo gelê Kurd di du pêvajoyan re derbas bû. Di dema şah de Newrozê parçeyek ji çanda Îranê ya giştî bû. Di vê pêvajoyê de jî gelê Kurd girêdana xwe ya bi dîrokê û nasnameya xwe ya neteweyî misoger kirin.

Piştî şoreşa îslamî ya 1979`an desthilatdaran xwest Newrozê ji aliyê wê yê neteweyî dûr bixin. Gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di hemû şert û mercan de Newrozê vedijîne û hebûna xwe ya çandî û siyasî îfade dike.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şahiyên Newrozê bûne xwepêşandan. Bi hezaran kes cil û bergên xwe yên kurdî li xwe dikin û beşdarî xwepêşandanan dibin û govendê digerînin.

NEWROZ WEK SEMBOLA YEKITIYA GELÊ KURD

Kurdistan dibe ku hatibê parçekirin lê gelê Kurd li Sûriyeyê, Tirkiyê, Îran û Iraq bi hev re Newrozê pîroz dikin û agirê Newrozê gur dikin. Di Newrozê de nameya wan a siyasî sînoran derbas dike. Newroz êdî ji bo gelê Kurd bûye sembola têkoşîna hevbeş a gelê Kurd û nasnameya wan a neteweyî. Li tevahiya cîhanê gelê Kurd kom dibin û Newrozê ku bi dîrok û çanda wan ve girêdayî ye, pîroz dikin.

AGIRÊ NEWROZÊ HER TIM GEŞ E

Gelê Kurd zêdetirî 2 sed sal e têkoşîna hebûnê dike. Di bin navê ol û sedemên siyasî de xwest gelê Kurd biperçiqînin. Lê gelê Kurd nifş bi nifş Newrozê di hemû şert û mercan de pîroz dike û diparêze.

Newroz ji bo gelê Kurd ne cejna biharê ye. Destana têkoşîna gelê Kurd a azadiyê ye. Bi geşkirina agirê Newrozê re dîroka berî sedan salan a Kawayê Hesinkar li ser çiyayê Kurdistanê agir dada, vedijîne.

Agirê Newrozê her tim li çiyayên Kurdistanê geş bû, êdî bûye sembola serkeftina ronahiyê li ser tarîtiyê. Hêviyên gelê Kurd ên azadî û rûmetê zindî dike.

ANHA