ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2026
17 îlon, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber bilindbûna zêde ya buhayên sotemeniyê di nava zehmetiyên mezin de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Li Til Temirê nan tenê bi pereyên nû tê kirîn, pereyên nû jî bi zehmetî li herêmê tên dîtin. Şêniyê bi navê Welîd Şakir El Ebdullah bê beramber ji bo kirîna nan a rojane pereyên xelkê yên kevn bi pereyên nû diguherîne.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kaniya Reş a li gundê Gundik Teyib ê herêma Aliyan rûbirûyî xetereya girtinê li pêş geştiyaran e. Ji ber ku geştiyar çopê li derdora wê dihêlin û şaxên darên derdorê dişikînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên li bajarê Girkê Legê bûyera suîqestkirina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî şermezar kir û hişyarî dan ku bi van kiryaran hewldanên bikaranîna fitneyê di navbera pêkhateyan de tên kirin, her wiha daxwaz kirin ku divê rastiya sûcê were aşkerakirin û sûcdar werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispora pirsgirêkên reftaran û otîzmê Nesrîn Matoq li ser girîngiya hînbûna zarokan bi zimanê xwe yê dayikê axivî û got ferzkirina zimanekî din li ser zarokan bi xwe re şopên derûnî tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di roja duyemîn de li pêşa avahiya UNHCR’ê ya bajarê Qamişloyê çalakiya konvedanê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina xwendina zimanê Kurdî bi tenê bo 3 waneyan di hefteê de û ji bo daxwaza bicihkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de tê lidarxistin, saet 09.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Çalakiya Konvedanê ya xelkê Dêrikê ya ji bo bicihkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de didome, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Li avahiya Yekitiya Mamosteyan a Hesekê komxebatek der barê bicihkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de tê lidarxistin, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Zinar Serêkaniyê (Mistefa Şewket) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî oxir dike, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji bo piştgiriya zimanê Kurdî çalakiyek ji keç û xortên şehîdan re li dar dixe, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya salvegera 23’yemîn a damezrandina PYD’ê li Tirbespiyê çalakiyek tê lidarxistin, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN