Li eniya Mecdel-Mezre ya Siwêdayê pevçûn

Hêzên hikumeta veguhêz bi doçkayan malên li derdora Mecdel hedef girtin, hemwextî wê li eniya Mecdel-Mezre ya gundewarê Siwêdayê pevçûn derket.

Li eniya Mecdel-Mezre ya Siwêdayê pevçûn
16 îlon, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi doçkayan hejmarek malên li derdora bajarokê Mecdel ê rojavayê Siwêdayê topbaran kir.

SOHR’ê da zanîn ku hemwextî wê, di navbera hêzên hikumetê û endamên Parêzvanên Niştîmanî li eniya Mecdel-Mezreyê de pevçûn derket.

Heta niha tu agahiyên der barê windahî yan jî zirarên madî de nehatin bidestxistin.

(f)