Li Hesekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Omer Hemîd Eyo serê sibehê li ser banê mala wan gule lê ket û di encama wê de jiyana xwe ji dest da.

Li Hesekê zarokekî jiyana xwe ji dest da
16 îlon, 2026   09:54
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Omer Hemîd Eyo (14) dema ku li ser banê mala xwe bû saet derdora 04:00 gule lê ket. Di encama guleyê de Omer jiyana xwe ji dest da.

Bûyer ji aliyê saziyên ewlekariyê ve tê lêkolînkirin û hîna nediyare ku gule ji kîjan alî ve hatiye û kî berdaye.

(np)

ANHA