111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn

Aşûrî, Keldanî û Suryanî roja 16`ê Hezîranê komkujiyên Sêfo yên bi destê Osmaniyan pêk hatine, bi bîr tînin. Di çalakiyên xwe de daxwaz dikin ku ev komkujî qanûnî were lêpirsînkirin û hesab were xwestin.

111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
111 sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn
16 hezîran, 2026   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

16`ê Hezîranê 2026`an komkujiyên Sêfo dikeve 111 saliya xwe de. Suryaniyan navê “Sêfo” li komkujiyê kiriye ku tê wateya “şûr”. Bi vî navî re xwestin balê bikşînin ser rê û rêbazên komkujiyê. Komkujî ji aliyê rayedarên Osmaniyan ve hat kirin. Sala 1915 û 1916`an Osmaniyan Aşûrî, Suryanî, Keldanî û Ermenî di komkujiyan re derbas kirin. Suryanî, Aşûrî û Keldanî bi boneya komkujiyên Sêfo (16 Hezîranê) çalakiyan bi rêxistin dikin. Di çalakiyan de kuştin, koçberkirin û wêrankirina mal û milkên xwe bi bîr tînin û dixwazin komkujiyên Sêfo qanûnî werin lêpirsînkirin. 

JI ŞER BER BI KOMKUJIYÊ VE

Dewleta Osmanî berî ku hilweşe komkujiyên Sêfo pêk anîn. Osmaniyan meha Hezîranê li Tûrabdîn, Mêrdîn, Riha, Coemêrg, Amed û herêma Mezopotamyayê komkujî li ser xiristiyanan (Suryan, Aşûr û Keldanî) pêk anîn û bi darê zorê ji herêmên wan koçber kirin. Li gorî belgeyên dîrokî û lêkolînan tê gotin ku di wê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên ewlehiyê hebûn û dixwestin li hinek herêman guhertinên demografîk pêk bînin.

Li gorî çavkaniyên dîrokî di komkujiyên Sêfo de 250-500 hezar Suryan, Aşûr û Keldanî hatine kuştin. Her wiha Osmaniyan komkujî li ser Ermen û Yewnaniyan jî pêk anîn. Tê gotin ku di encama komkujiyên Osmaniyan de zêdetirî milyonek û nîv mirov hatine kuştin.

Her wiha sala 1850’yî Osmaniyan li herêma Bab El Neyreb a bajarê Helebê bi hezaran kes di 2 rojan de kuştin û di nava wan de keşeyê Asûrî Petrûs jî hebû.

Salên 1894-1915`an Osmaniyan komkujî li ser gelê Ermen pêk anîn û zêdetirî 80 hezar Ermen kuştin. Li bajarê Edene yê li başûrê Tirkiyeyê di navbera 1894-1896`an de destê xwe danîn ser mal û milkên Ermenan. Hejmara Ermenên di komkujiya sala 1915`an de hatine kuştin hîna ne zelal e.

Berî komkujiyan rêjeya Aşûrî, Suryan û Ermenan li Tirkiyeyê ji sedî 33 bû lê di şer de bi sed hezaran koçber bûn û hejmara wan li Tirkiyeyê daket ji sedî 10.

ŞÛR, AGIR Û MEŞÊN MIRINÊ

Navê “sêfo” bi suryanî ye û tê wateya şûr. Navê Sêfo li komkujiyan kirin da ku balê bikşînin ser rê û rêbazên kuştinê. Di wê demê de şûrê spî herî zêde dihat bikaranîn.

Li gorî kesên ji komkujiyan filitîne, bîranînên dîplomat û mîsyonerên biyanî bi komî û meydanî mirov kuştine, bi darê zorê ew koçber kirine û rêyên tê de koçber bûne navê `Meşên Mirine` lê kirine.

Her wiha di belgeyên dîrokî de nivisîne ku gund bi temamî wêran kirine, mal û dêr şewitandine û xelk ji warê wan ê dîrokî koçber kirine. Civaka Suryan, Aşûr, Keldan û Ermenan ji hev belav bûn û bi hezaran derbasî dewletên derdora Tirkiyeyê bûn.

SURYANÎ, KELDANÎ Û AŞÛRÎ EDALETÊ DIXWAZIN

Di komkujiyan de ne tenê mirov kuştin. Asûrî, Aşûrî û Keldanî di qirkirina çandî û fîzîkî re derbas kirin. Ew bi darê zorê koçber kirin û wan berê xwe dan Sûriyê, Iraq, Lubnan û dewletên dîtir. Piştre gelek ji wan derbasî Ewropa, Amerîka Bakur û Awistralya bûn.

Aşûrî, Suryanî, Keldanî û Ermenî her sal komkujiyên Sêfo pêk tînin. Li gelek dewletên cîhanê alakiyên weke meş, panel û merasîmên olî bi rêxistin dikin. Di çalakiyên xwe de banga edaletê dikin û dixwazin komkujiyên Sêfo qanûnî were naskirin û dîrok wenda nebe.

KOMKUJIYÊN SÊFO NAYÊN NASKIRIN

Sal di ser komkujiyên Sêfo re derbas bûn û hîna navneteweyî nehatine naskirin. Sala 2007`an Kongreyê Navneteweyî xwest ku komkujiyên li ser Aşûrî, Suryanî, Keldanî û Ermenî pêk hatine, werin lêkolînkirin.

Heyanî niha dewletên Tirkiye û Azerbeycan înkar dikin ku di dema Osmaniyan de komkujî pêk hatine.

Sala 1985`an 69 akademîsyenên Amerîkî ku di nava wan de Bernard Lewis jî hebû daxuyaniya ji Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re rêkiribûn, îmze kirin. Di daxuyaniyê de tê gotin Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê komkujiyên Osmaniyan ên li ser welatiyên wê yên Xiristiyan nas nake. Lê ji wan Akademîsyenên Amerîkî 68 kesan îmzeya xwe kişandin û piştî mijar lêpirsîn kirin diyar bû ku rayedarên Tirkiyê pere dane wan akademîsyenên amerîkî.

Heyanî niha ev komkujiyên Sêfo navneteweyî nehatine naskirin û aliyê siyasî û qanûnî li ser pêk anîna van komkujiyan lihevdû nakin û nakokî hene. Rêxistinên Hiqûqî û sazî dixwazin ku ev komkujî werin naskirin û edalet pêk were.

Di wextekê de ku li cîhanê û Sûriyeyê pevçûn û krîzên nû hene, divê ders ji komkujiyên Sêfo bigirin û pirrengiya çandî û olî ya netewan were parastin. Bi edalet ev komkujî werin lêpirsîn kirin û êşên dîrokî di siberojê de dubare nebin.

(np)

ANHA