Mezlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mezlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin pêk anî û destnîşan kir ku ji bo derxistina rastiya bûyerê komîteyeke taybet a lêpirsînê hatiye avakirin û dê berpirsyarên bûyerê werin cezakirin.

Mezlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir
Mezlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir
Mezlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir
16 îlon, 2026   13:03
KOBANÊ

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî li bajarê Kobanê ji bo nîqaşkirina bûyera 12’ê Îlonê ya li girtîgeha Kobanê rû dabû, bi malbatên şehîdên girtîgehê re hevdîtin pêk anî.

Mezlûm Ebdî li daxwazên malbatên şehîdan guhdarî kir û piştgiriya xwe ji bo wan da nîşandan.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêpirsînê ya taybet ji bo derxistin rastiya bûyerê hatiye avakirin, ew ê bi rêya komîteyê berpirsyar werin dîtin û li gorî qanûnê kesên ku bûne sedema vê bûyerê bên cezakirin.

Berbanga 12`ê Îlonê li bajarê Kobanê piştî şehîdxistina şervanê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yê li Parêzgeha Hesekê Sîpan Hiznî xwepêşandan hatin lidarxistin. Piştî xwepêşandanê hejmareke ciwan hatin girtin. Paşê ji ber gefên ku ew ê hemû girtî sewqî Helebê bên kirin, di girtîgehê de rageşî derket, di encamê de 9 girtî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn.

(sb)

ANHA