Hevserokê PJAKê ji bo tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bibîr anîn û diyar kir ku ev greve xwedî girîngiyeke mezine û dê bandoreke girîng bike û got; “Ji ber vê yekê, em pasiya gelê xwe bikin ji bo piştgiriya wan ya berfireh ji bangewaziyê re.”

Hevserokê PJAKê ji bo tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir
16 îlon, 2026   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Emîr Kerîmî, bi boneya greva giştî û çalakiyên çaremîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi peyameke bi dîmen spasiya xwe pêşkeşî gelê Kurd kir.

Kerîmî di peyama xwe de got; “Bi boneya salvegera çaremîn a şoreşa dîrokî ya ‘Jin Jiyan Azadî’, li ser navê partiya me û li ser navê Rêveberiya Dewreya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê , ez hemû şehîdên vê şoreşê yên li Rojhilatê Kurdistan û tevayî Îranê şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînim. Ji malbat û xizmên şehîdan re sersaxiyê dixwazim.”

Her wiha Hevserokê PJAKê di dewama peyama xwe de bal kişand ser giringiya hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd û wiha axivî; “Ev yek îspat kir ku gelê Kurd gelekî xwedî rêxistin û îrade ye. Ew gelekî bi hev ve girêdayî ye. Gelê me bi awayekî siyasî difikire û berjewendiyên xwe dizane. Gelê Kurd, gelek ku dê di dema xwe de helwestên gerdûnî nîşan bide, bi wan helwestan hêz û îradeya xwe nîşan bide. Her wiha hêzeke ku bê guman dê bandorê li pêşeroja siyasî ya Îranê bike.”

Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî di dawiya peyama xwe de wiha got; “Di bin van şert û mercan de, grev xwedî wateyek mezine û dê bandorek girîng bike. Ji ber vê yekê, em spasiya xwe ji gelê xwe re pêşkêş dikin ku bi helwestek yekgirtî û beşdarbûnek berfireh, piştgiriya xwe ji bo bangewaziyê nîşan da û bi helwestek dîrokî, ruh û ala ‘Jin Jiyan Azadî’ parast. Ala ‘Jin Jiyan Azadî’ wê geş û bilind bimîne.”