Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan

Piştî şoreşa Rojava huner bû qadeke têkoşîna jinan. Jinan ji aliyê çandî, wêjeyî û huherî ve xwe bi pêş xist. Ji komên biçûk dest pê kirin heyanî peymangeh û zanîngeh vekirin.  

Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
Di şoreşa Rojava de rêwîtiya hunerê ya jinan
18 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di şoreşa Rojava (Şoreşa 19`ê Tîrmehê) de derfet çêbûn ku jin li qadên çand, wêje û hunerê xwe bi rêxistin bikin û bi pêş bixin. Êdî jin bi rêya xebatên xwe yên çandî, hunerî û wêjeyî bûn parçeyekî ji têkoşîna şoreşê.

JI KOMÊN BIÇÛK DEST PÊ KIRIN

Hunermend û hevseroka Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) Sumeya Mihemed bi boneya salvegera şoreşa Rojava ji ajansa me re axivî.

Sumeya Mihemed got: "Ez di serî de salvegera şoreşa Rojava li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikim û hemû şehîdênşŞoreşê bi bîre tînim. Sala 2012`an êriş li ser Rojava hebûn lê di nava wî şerî de gelek sazî jî hatin vekirin. Jinan hêz ji Şoreşê girtin ku şano pêşkêş bikin, stran bêjin û dengê xwe bilind bikin. Heke em îro û salên borî bidin ber çavan, em ê bibînin ku me têkoşîneke mezin daye meşandin û xwe pêşxistiye. Sala 2013`an me li bajarê Serêkaniyê û li Efrînê navendên xwe vekirin. Bajarê Serêkaniyê û Efrîn bi hunerê dihatin naskirin. Ji xwe piştre dewleta Tirk û çeteyên wê her du bajar dagir kirin û xwestin dawî li çanda me bînin. Lê me bi rêya huner û dengbêjiyê çanda xwe parast. Jinên Kurd li çiyayê Kurdistanê di şert û mercên şer de li tembûrê dixistin, me ilham ji wan girt û tev li xebatên çandî û hunerî bûn."

Sumeya Mihemed got hunera şoreşgerî ne tenê rêbazeke xweîfadekirinê ye û wiha pê de çû: "Bi rêya hunerê me têkoşîn û fedakariya ji bo nasname û azadiyê nîşan da, dîroka gelê Kurd ku hatibû paşguhkirin, belge kir. Di destpêka şoreşa Rojava de me ji komeke biçûk dest pê kir û niha me peymangeh û akademî vekirine. Di salên şoreşê de bi hezaran jin bûn helbestvan, stranbêj, derhêner, şanoger û wênesaz."

HÎLALA ZÊRÎN HATE AVAKIRIN

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çandê ya Jinan sala 2015`an hate avakirin û kongreya xwe ya yekemîn sala 2016`an li herêma Cizîrê li dar xist. Li gelek bajar û bajarokên Rojava navend vekirin û kom ava kirin. Êdî jin li van navendan hatin perwerdekirin. Fêrî stranbêjiyê, lêdana alavên muzîkê, govend û şanoyê bûn.

Sumeya Mihemed ji bo xebatên Hîlala Zêrîn got: "Li hemû herêmên Rojava me navendên Hîlala Zêrîn vekirin. Êdî jinan bi rêya wênesazî, lêdana alavên muzîkê, stranbêjî û helperkê xwe dida îfadekirin. Her wiha me çanda pêkhateya Kurd, Ereb, Ermen û Suryan di hunerê de anî gel hevdû. Em çanda hemû pêkhateyên Sûriyeyê zindî dikin û diparêzin. Li ser çanda berxwedanê, lehengiya hevalên Şehîd û dîroka jinê me klîb çêkirin û me Mîhrîcana Şehîd Berçem Efrîn li bajarê Heleb û Kobanê lidar xist. Mihrecanê Şehîd Berçem Efrîn mînaka herî mezin a parastina çanda hemû pêkhateyên Sûriye ye. Me çanda Ermen, Kurd, Ereb, Çerkes, Aşûrî, Tirkmen û Suryanan li ser yek dikê anî gel hevdû."

Di dawiyê de Sumeya Mihemed wiha got: "Bi dengê xwe me parastina xaka xwe kir, berpirsyartiyeke mezin ji me tê xwestin. Em ê ji bo çand û hunerê têkoşîna xwe bidomîn in û projeya Rêber Abdullah Ocalan biparêzin."

(np)

ANHA