‘Şertê serxistina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye‘

Ciwanan diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve pêdivî bi rakirina tecrîdê û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. 

‘Şertê serxistina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye‘
18 tîrmeh, 2026   04:22
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Ciwanên ji bajarê Qamişloyê der barê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ajansa me re axivîn. Ciwanan tecrîd şermezar kir û got divê deriyê muzakereyan neyê girtin. 

Her wiha destnîşan kir ku berdewama tecrîdê li dijî hewldanên bicihanîna aştî û demokrasiyê ye. Ciwanan bang li dewleta Tirk kir û got ji bo serxistina pêvajoya aştiyê gavên cidî, di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan biavêje.

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Ednan Ezîz diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan yek ji dozên bingehîn ji bo ciwanan e û destnîşan kir ku berdewama tecrîkirina wê li dijî axaftina li ser pêvajoya aştiyê ye. Ehmed Ednan Ezîz banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêlîn Mihemed jî got ji bo pêvajoya aştiyê bi ser keve pêdivî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Hêlînê siyasetên li dijî çand û nasnameya kurdî jî rexne kir û anî ziman ku ciwan dê çalakiyên bi doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Endamê Meclisa Ciwanan a PYD‘ê Gîvara Esed jî bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gav avêtin, lê dewleta Tirk li beramberî wê tu gavên yasayî neavêtine.

Gîvara Esed banga li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir ku biryara mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bipejirîne da ku ji bo temamkirina pêvajoya aştiyê bikare bi aliyên têkildar re peywendiyan bike. Esed her wiha destnîşan kir ku daxwaza Tirkiyeyê ya çekdanînê bêyî danîna çarçoveyeke qanûnî ya diyar nayê qebûlkirin û got dê çalakiyên xwe bidomînin ta ku daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bighînin raya giştî.

Endama Rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a Qamişloyê Lava Selman jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red kir û da zanîn ku dê doza azadiya wî ya fîzîkî bidomînin.

 (bb)

ANHA