Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir

Mamosteyên branşên zanistî li bajarê Hesekê biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê zimanê kurdî de şermezar kir û diyar kir ku her biryareke ku mafê gelê Kurd ê fêrbûna zimanê dayikê binpê dike, binpêkirina mafekî bingehîn ê perwerdeyî û çandî ye.

Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir
Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir
Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir
Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir
Mamosteyên branşên zanistî paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir
16 îlon, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro mamosteyên branşên zanistî yên bi zimanê kurdî li Hesekê daxuyaniyek li Dibistana Felak Hawas da. Daxuyanî ji hêla mamoste Cemila Hito û Malva Xelef ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mamosteyên matematîk, fîzîk, kîmya, biyolojî û zanistên giştî, biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê zimanê kurdî de napejirînin û destnîşan kir ku her biryareke ku mafê zarokên wan ê fêrbûna zimanê dayikê binpê dike, binpêkirina mafekê perwerdeyê ye.

Mamosteyan diyar kir ku zimanê kurdî beşeke girîng a nasname, dîrok û çanda gelê Kurd e û nayê qebûlkirin, wekî mijareke duyemîn an tiştekî ku dikare bi biryareke îdarî were betalkirin û paşguhkirin were hesibandin.

(k)

ANHA